HBDH: Niha dema şoreşê ye!

HBDH'ê di sala 4'emîn a têkoşînê de ji bo hilweşandina faşîzmê bang kir û diyar kir, "Niha dema şoreşê ye."

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera 4'emîn a damezrandina xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamê Konseya HBDH'ê Tegmen Alî û endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di sala 2020'an de wê têkoşîn bê mezinkirin û serketin bê bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi danhevî, tecrûbeyên 4 salan HBDH hîn bi xurtî, biryardarî û bi hêviyeke mezin ber bi serketinê ve dimeşe.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku faşîzm her roj li her cihî êrişî her beşên civakê dike, zext, êşkence, komkujî, destavêtinê dike û hate gotin, "Ji ber ku lawaze vê yekê dike, ji ber ku şoreş rojane ye.

Wezîfeya me ya sereke û esasî ye ku em şoreşê bi pêş bibin. Em bi vê perspektîfê dest bi sala 4'an a têkoşînê dikin."

Di daxuyaniyê de bang li karkeran, kedkaran, ciwan, jin û rêxistinên girseyî hate kirin ku ji bo têkbirina faşîzmê, ji bo avakirina cîhaneke dûr ji mêtingeriyê di bin sîwana HBDH'ê de têkoşînê bi ser bixînin. Niha dema şoreşê ye, dema pêngava ji bo azadkirina gelan e. Dem ew dem e ku bi wêrekî, biryardarî û baweriyê ber bi serketinê ve bimeşin.

'DAWÎ LI FAŞÎZMÊ TÊ'

Tekîn Yoldaş jî  bang li gel kir ku bi xurtî tevlî têkoşînê bibe, bi wan re mil bi mil têbikoşin û got, "Yên ku têkoşîna li dijî faşîzmê mezin dikin em in. Pêkhateyên HBDH'ê wê têkoşînê bi pêş ve bibin. Sala 2020'an wê bibe sala serketinê ji bo hêzên şoreşger û sala têkçûnê ji bo hêzên faşîst."