HBDH: Em ê hesabê Qasim Engîn ji faşîzmê bipirsin
HBDH'ê Qasim Engîn ê ku şehîd bûyî bi bîr anî û got, ''Şoreşgerekî mînak e ku li ser bîra şoreşgerên Tirkiyê û Kurdistanê şopa xwe hiştiye. Em ê ji faşîzmê hesabê vê bipirsin.''
HBDH'ê Qasim Engîn ê ku şehîd bûyî bi bîr anî û got, ''Şoreşgerekî mînak e ku li ser bîra şoreşgerên Tirkiyê û Kurdistanê şopa xwe hiştiye. Em ê ji faşîzmê hesabê vê bipirsin.''
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) derbarê şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Qasim Engîn bi jiyan û helwesta xwe ya mînak li ser bîra şoreşgerên Kurdistanê û Tirkyê şopa hxwe hiştiye, şoreşgerekî girîng e.
Bi jiyana xwe ya şoreşgerî ya 35 salan bûye yek ji rêveberê girîng ê têkoşîna azadiya Kurdistanê. Li hemû qadên ku lê bûye, li nav jiyana şoreşger bûye şoreşgerekî mînak e hilberandinê, afirandinê û xebatkariyê.''
D daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Ji ber komkujî û êrîşên ku faşîzmê kirine em ê zêdetir hesab bixwazin. Di şexsê hevrê Qasim Engîn de sonda me li hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê û Tirkiyê ew e ku em li ser xaka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şoreşa yekbûyî pêk bînin. Bi vê çarçoweyê e em ê bi hemû derfet û delîveyên xwe ji dewlet faşîst û ji çeteyên wê hesab bipirsin.