HBDH: Em bi ruhê Newrozê dakevin qada 1'ê Gulanê
HBDH, 1'ê Gulanê Roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekîtiyê li çîna karker û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir û bang kir ku bi ruhê Newrozê 1'e Gulanê pîroz bikin.
HBDH, 1'ê Gulanê Roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekîtiyê li çîna karker û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir û bang kir ku bi ruhê Newrozê 1'e Gulanê pîroz bikin.
Desteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê bang hate kirin û hate gotin, "Li dijî dîktatorê faşîst, Rewşa Awarte, terora dewleta faşîst, şerê mêtingerî-dagirkeriyê, tevdana şerê herêmî, komkujî, şovenîzm, destgîrkirin, terora girtîgeh û girtinê, cihêkariya zayendî û li dijî rejîma faşîsta dijminê jinê ye, em têkoşînê geş bikin."
Desteya Rêveber a HBDH'ê hate gotin, "Em bi banga şoreşgerî ya berxwedana bi heybet a Newrozê di 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiya Enternasyonalîst de li dijî kaolîsyona faşîst a AKP-MHP'ê berxwedanê geş bikin û bingehê ji têkbirina faşîzmê re amade bikin."
Desteya Rêveber destnîşan kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê çîna karker û bindestan wê mîna Newrozê di 1'ê Gulanê de jî dakeve qadan û bersiva pêwîst bidehikumeta faşîst a AKP-MHP'ê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîktatoriya faşîst û koalîsyona AKP-MHP'ê dixwaze bi binpêkirina daxawzên demokratîk ên gelan desthilatdariya xwe biparêzin û bi 'aboriya şer' re hewl dide krîza mezin a aboriyê ku li ber derî ye binixumîne.
Desteya Rêveber a HBDH'ê diyar kir ku divê êrîşkariya dîktatoriya faşîst kesî nexapîne û berevajî amûrên propaganda şerê taybet, dîtkatoriya faşîst û serkêşê wê Erdogan xurt nînin.
HBDH'ê da xuyakirin ku li gel vê lawaziya rejîmê jî, bi hêsanî û hilbijartinên pûç naçin û wiha dewam kir: "Gelên me, karker, kedkar û berxwedêr xurt in. Li dijî faşîzm, dagirkerî û şer, ji bo demokasî û azadiyê, ji bo jiyaneke însanî û bi rûmet divê em berxwedana antî-faşîst a yekbûyî li kolanan, li meydan, tax û bajaran bi her awayî bi rêxistin bikin. Bi navê HBDH, ji bo xurtkirina berxwedana antî faşîst a yekbûyî em ê bi hemû hêz û derfetên xwe bi erka xwe rabin. Roj ew roj e ku bi berxwedan û ruhê fedayî yê şehîdên xwe tevgera şoreşger a yekbûyî xurt bikin. Em ê vê bi ser bixînin û em neçar in bi ser bixînin."