HBDH’ê li Bûrsayê fabrîqeyek şewitandin

Hêzên milîsên HBDH’ê ragihand ku 31’ê Kanûnê fabrîqeya Arîf Îsmet Terzîoglû yê AKP’î ku li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê ye şewitandine.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û ragihand 31’ê Kanûnê li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê fabrîqeya kesê bi navê Arîf Îsmet Terzîoglû yê AKP’î ku li qadeke 500 metreyî ye hatiye hedefkirin û kargeh bi temamî hatiye rûxandin, 1 milyon lîreyê Tirkî ziyan gihiştiye hevkarê AKP’î.

HBDH’ê ragihand ku ev çalakî heman demê silaveke ji bo xaka yek ji kadroyên wan ê pêşeng Ûlaş Adali yê lê hatî dinê hatiye kirin û got: “Ev çalakî yek jî nîşaneya ku li cihê herî xwe bi ewle dizanin, wê rehet nikaribin lê bijîne.”