HBDH’ê li Îzmîrê çalakî kir

Milîslên Tolhildanê ya Mezlûm Tekdag a HBDH’ê li Îzmîrê li dijî notirvanan çalakiyek kirin. Milîsan gotin: “Niha ne dema gotin, dema çalakiyê ye.”

Milîsên Tolhildanê ya Mezlûm Tekdag a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûna Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û got: “22’yê Îlonê saet derdorî 22:45’an de li Asirlik a navçeya Menemen a Îzmîrê li dijî wesayîta ku di tevgerê de bû ku 3 notirvan li nav bû, bi bombeyeke ya destan çalakiyek kirin. Piştî teqînê notirvanên ku bi birîndarî reviyan, agir bi wesayîtê ket û şewitî.”

Di daxuyaniya milîsan de ev hate gotin: “

Êdî dema têkçûna faşîzma Erdogan a rizî hatiye. Niha tam dema hilweşandina dîktatoriya li ber rizînê ye, hatiye. Em pêngava KCK’ê ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ silav dikin. Wê têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê ya gelê Kurd bi têkoîna azadiyê ya karker û kedkarên Tirkiyeyê re bibe yek û hê bihêztir bibe. Hêzên HBDH’ê wê li eniya Tirkiyeyê li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bike û di nava pratîkeke têkoşînê de ku hesab ji wan bixwaze.

Niha roj roja refa karker, kerdar û gelê hejar bi têkoşîna yekbûyî dîktatoriya faşîst a rizî bişewitîne û roja azadiya bi hev re bidestxistinê ye.

Niha ne demê gotin, dema çalakiyê ye.”