HBDH'ê ji bo xurtkirina seferberiya şoreşgerî bang kir

HBDH'ê bi wesîleya sala nû ji bo seferberiya şoreşgerî, yekîtî û meşa serketinê banga tevlîbûnê kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya sala nû peyamek weşand.

Di peyamê de hate bibîrxistin ku pêngava 'Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin' hate bibîrxistin û hate gotin, "Em dest bi sala 2021'ê, saleke nû ya têkoşînê dikin. Me li pey xwe dijminekî welê hişt ku ji aliyê polîtîkayên dagirkerî û faşîst ve derb xwariye, di mijara siyasî û aborî de ketiye nava krîzeke giran, ji aliyê hêza rêvebirinê ve moralê xwe yê îdeolojîk lawaz bûye."

'EM Ê BI HEV RE AVA BIKIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêngava wan a seferberiya şoreşgerî bi dirûşma 'Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin' dewam dike û wê bi agirê şoreşgerî yê têkoşîna gel a antî şovenîst û antî faşîst xurtir bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê bi vî agirî, dîktatoriya faşîst û dewleta sermayeyê hilweşînin. Em ê hesabê her êşa ku bi gelê me dane kişandin, her zilma ku li têkoşerên bi rûmet kirine, bipirsin. Ev xaka ku bi xwînê û bi pereyan lê bûne serdest, wê li wan bibe dojeh.

Bi destê afirîner û hilberîner ê kedkaran, em ê sîstemeke nû ya şoreşger-demokratîk ava bikin. Çîna me ya karker, gelên me yên ji bawerî neteweyên cuda, jin, nasnameyên bindest, xweza û her cûre zindî wê ji talan, mêtingerî û dagirkeriyê rizgar bibin. Em ê civakeke wekhev û azad bi hev re ava bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Seferberiya şoreşgerî, yekîtî û meşa me ya serketinê xurt bikin. Xwe bi rêxistin bikin, ala têkoşînê bilind bikin."