HBDH’ê ji bo bîranîna Arjîn Selçûk çalakiyek kirin

Milîsên HBDH’ê li Taxa Fatîh a navçeya Bagcilar a Stenbolê li dijî nûnertiya MHP’ê çalakiyek kirin.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo bîranîna Arjîn Selçûk a li Dersimê şehîd bûbû, çalakiyek kirine.

HBDH’ê ragihand ku polîss Mûharrem Yazgan hemû destekkarên faşîzan ên AKP-MHP’ê ku wî diparêzin di hedefa wan de ne. HBDH’ê got: “Hemû avahiyên AKP-MHP’ê di hedefa me de ne. Destê dirêjî şoreşger, refa karker û gelê hejar bibin wê di hedefa me de bin. Niha li hemû kolan û qadan dem dema hilweşandina desthilata faşîzan e.”

HBDH’ê anî ziman ku çalakî ji bo bîranîna Arjîn Selçûk a li Dersimê şehîd bûbû, hatiye kirin.