HBDH'ê berpirsyariya şewata li febrîqeya Tûzlayê da ser milê xwe

Milîsên HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li dijî febrîqeyeke li navçeya Tûzla ya Stenbolê dan ser milê xwe ku li febrîqeyê madeyên kîmyewî û kamûflajên leşkerî lê dihatin amadekirin.

Di daxuyaniyê de ya bi navê 'Milîsên HBDH'ê hate gotin, "Milîsên me di 18'ê Îlonê de li dijî febrîqeyeke li Tûzla ya Stenbolê çalakî kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî li dijî febrîqeyeke ser bi şîrketa Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kîmya ya Ema hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Vê şîrketê berhemên kîmyewî, kamûflajên leşkerî û gelek berhemên din diafirand. Milîsên me tespît kirin ku bi vê hilberînê re destekeke mezin ji hikumet û artêşa faşîst re dike."

Milîsên HBDH'ê diyar kir, şîrketê bi keda gel û kedkaran piştevaniya aboriya şer a desthilatdariya faşîst dikir û ragihandin, "Divê bê zanîn ku her kes û saziyên bi faşîzmê re tevdigerin dijminatiyê li gelê me dikin û em ê hesabê vê yekê bipirsin."

Milîsên HBDH'ê mehên dawî berpirsyariya gelek çalakiyan dan ser milê xwe.