Hayrettîn Çelîk: Tevnê qirêjiyê di rêsin

Hayrettîn Çelîk: Tevnê qirêjiyê di rêsin

Cemiyeta Rojnamegerên Azad derbarê salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke û doza rojnamegerên girtî de daxuyanî dan.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad derbarê salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke û doza rojnamegerên girtî de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gelek saziyên sivîl û saziyên çapemeniyê yên weke; DÎHA, Gun Tv, JINHA, ÎMC, Etîk Ajans, Rojnameya me, belavkariya Firatê û gelek kes beşdarbûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin.

Daxuyaniya kurdî û tirkî ji aliyê Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettîn Çelîk ve hatin xwendin û wiha got: "Her wekî ku tê zanîn li welatên ku demokrasî lê tune be û ji aliyê dîktatoran ve were birêvebirin mirov li wir nikare behsa azadiya fikir û ramanan bike. Li welatên bi wî rengî welat tê xwestin ku li gorî keyfîyeta dîktator were birêvebirin. Formulasyona vê yekê jî ji demên dîrokê heta roja me ya îro bi 'yek al, yek welat, yek ziman, yek millet' hatiye kirin."

Çelîk wiha ragihand: "Di sala 1945'an de di 4'ê Kanûnê de rojnameyê muxalif a Tirkiyeyê Tan ji ber ku li ser xeteke muxalif cih digirt rastî êrîşa îxtîdara wê demê ya 'şefê millî' hat. Ev zihniyet dîsa di şeva 3'yê Kanûnê digihîne 4'ê Kanûna 1994'an de ango hema bêje piştî nîvsedsalekê heman zîhniyet Ozgur Ulkeyê bombe kir. Îro roj jî ev zîhniyet li ser kare û tevneke qirêj dirêse di îdianameyên derbarê hevalên me yên di bin navê Doza Çapemeniya KCK'ê de tên darizandin, hatiye amadekirin jî wekî vesîkaya şermê ya Tirkiyeyê û karneya azadiya fikir û ramanê ya li Tirkiyeyê ewê her tim di hiş û bîran de bimîne. Em vê helwestê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de herî dawî ev hat gotin: "Helbet tu daxwaz an jî hêviyeke me ji îqtîdarên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên esasî yên welatê xwe bi rûpoşên demokrasiya pêşketî, rejîma heyî totalîtertir dikin tune ye. Hikûmeta AKP'ê bi darizandina rojnamegeran her tim bi rûyê xwe yê tahamûlê fikir û ramanên cuda nake dê di wijdana gel de were mehkûmkirin. Em li vê derê bang li raya giştî dikin û dîsa bi bîra wan tînin ku kesên ku îro tên darizandin wijdanê we ne. Li wijdanê xwe xwedî derkevin. Divê ku neyê jibîrkirin li welatên ku rojnameger girtîbin fikir û ramanên azad jî girtîne. Em esareta azadiya fikir û ramanê qebûl nakin. Em esareta rojnamegeran qebûl nakin. Hûn jî qebûl nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku başdarî dozê bibin.