Hayat TV ji nû ve dest bi weşanê dike
Hayat TV ji nû ve dest bi weşanê dike
Hayat TV ji nû ve dest bi weşanê dike
RTUK'ê biryara xwe ya der heqê rawestandina weşana Hayat TV de betal kir.
RTUK'ê biryara xwe ya rawestandina weşana Hayat TV'yê ku bi îddîaya "weşana qeçax" a bê lîsans dike dabû, betal kir. Mudurê Giştî yê Hayat TV der heqê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin ku RTUK'ê biryara xwe ya rawestandina weşana Hayat TV'yê betal kiriye û wê karên lîsansê jî di demeke kurt de çareser bike.
Çetîn got, "Televîzyona Hayat, bi piştgiriya karker, kedkar, ciwan, jin, gelê xizan, rewşenbîr, hunermend û tevahiya gelê ku ji destpêkê ve weke televîzyona xwe dibîne ve, gefa reşkirina weşanê ji holê rakiriye. Nerazîbûna hemû beşên civakê yên ji bo demokrasiyê gihaşt encamê û ji şaşiyekê vegeriyan. Dengê dirûşmên bi dehhezaran mirovên li kolanan, malan, kargehan û dengê li Parqa Gezî bilind bû, dengê me bilindtir kir. Em ji tevahiya gelê ku xwedî li televîzyona xwe derketiye û nehiştiye were tarîkirin re, spas dikin. Bi piştgiriya we, emê her roj xwe xurtir bikin û rêya xwe dewam bikin."