Havva Ozcan: Girtiyên nexweş birîna nepêçayî ya Tirkiyeyê ye
Seroka Rûmetê ya MED TUHAD-FED Havva Ozcan anî ziman ku helwesta desthilatê ya li hember girtiyên nexweş dijminan e û tolhilîner e.
Seroka Rûmetê ya MED TUHAD-FED Havva Ozcan anî ziman ku helwesta desthilatê ya li hember girtiyên nexweş dijminan e û tolhilîner e.
Seroka Rûmetê ya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Havva Ozcan têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehan û şehîdbûnên dawî ji ANF’ê re axivî.
Ozcan destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û got: "Girtiyên nexweş bi rastî jî birîna nehatî pêçan a xwîn jê tê ya Tirkiyeyê ye. Li Edîrneyê girtiyê nexweş Vefa Kartal jiyana xwe ji dest da. Berî wê Sebrî Kaya jiyana xwe ji dest dabû. Tevî ku sê carî jî krîza dil derbas kir jî nehate berdan. Li Amedê Mehmet Emîn Ozkan, li Girtîgeha Bolûyê Hasan Alkiş, Engîn Aktaş, Avnî Ûçar gelek kes din hene, min nehejmartî hene.
Di navbera salên 2011-2013'an de girtiyên rewşa wan giran hatin berdan. Lê pir bi xedar e kesên derketin hemû jî jiyana xwe ji dest dan. Mîna Sebrî Kaya; sibehê hate berdan, saetên şevê jiyana xwe ji dest da. Tevî hemû hewldanan girtiyên nexweş nehate berdan. Dibe pir nejiyaban, lê herî kêm wê li mala xwe li gel dostên xwe biçûba şehadetê. Lê mixabin desthilat di vê mijarê de pir bi kîndar e. Dîsa ji aliyê desthilatê ve li dijî girtiyên nexweş polîtîkayên giran hene ku; dijminan e û tolhilîner in."
'GIRTÎGEH DEQA REŞ A VÎ WELATÎ YE'
Havva Ozcan anî ziman ku di dema Koronayê de li girtîgehan ti tevdîrek nehatiye girtin, diyar kir ku di qawîşekê de 30-40 girtî hene. Ozcan da xuyakirin ku sabûna berî niha bi 5 lîreyî digirtin niha bi 40-50 lîreyî digirin û wiha pêde çû: "Maske tine, lepik tine. Di odeyek 4 metroyî de wê çawa mesafe hebe.
Nimûne hevalên cezayê heta heta hene rewşa wan a tenduristî pir xirabe, ji bo wê li gel wî 2 an 3 kes dimînin. Yanî girtîgeh deq reş a vî welatî ye. Pirsgirêkên li girtîgehan dawî nabin. Ji ber ku li wir tenduristiya tu kesî baş nabe. 20 salan kesek bê girtin wê çawa tenduristiya wî/ê baş be."
'HIKÛMET BI KÎN Û NEFRET E'
Seroka Rûmetê a TUHAD-FED’ê Havva Ozcan a diyar kir ku hemû xebatên wan ên berdana girtiyên nexweş a di dema şewbê de bê encam ma, anî ziman ku wê têkoşîna wan bidome. Ozcan wiha domand: "Me gelek xebat kir. Em bi partiyên mîna AKP, MHP û HDP’ê re civiyan, lê me tiştek nekir. Ji ber wê li pey hev kesên me jiyana xwe ji dest didin.
Mirov nikare pênaseyek ji nêzîkatiyên hikûmetê re bibîne, bi kîn û neferet in. Çi li hundir û çi li derve li her derê ji bo tiştekî bi Kurdan bike, tişta ji destê bê dike. Lê ev yek ti carî wisa li me nekir ku em ji ya xwe bên xwar û dev ji ya xwe berdin. Me her demê heta dawî têkoşîn kir. Her ku têkoşiyan mezin bûn û bi hêz bûn."