Hatîmogûllari: 24'ê Hezîranê ji bo gelan demeke krîtîk e

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari li ser namzetiya xwe û polîtîkayên AKP-MHP'ê ji ANF'ê re axivî.

Hatîmogûllari işaret bi hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê kir û got, "AKP-MHP bêyî guh bide gel, li gorî kêfa dilê xwe biryara hilbijartinê dan. Ji bo krîza aborî a li Tirkiyeyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin, biryara hilbijartinê dan."

Namzet Tulay Hatîmogûllari da xuyakirin ku AKP-MHP ev du sal in hewl didin rejîmeke faşîst li Tirkiyeyê biafirînin û got, "Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dixwazin vê rejîma faşîst temam bikin. Hewl didin piraniya wekîlan bi dest bixin û destûra bingehîn bi rengekî neyînî biguherînin. Halbûkî em dixwazin bi lihevkirineke berfireh a civakî Destûra Bingehîn ji nû ve bê nivîsandin. Lê niha dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêlin û destûra bingehîn a dîktatoriyê amade bikin."

'KEŞTÎ TÊK BIÇE WÊ 80 MILYON MIROV TÊK BIÇIN'

Hatîmogûllari destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê dîrokî ne û ev tespît kir: "Dengdana ku wê 24'ê Hezîranê bê kirin, dengdaneke ji rêzê ya ji bo parlamenterî û serokkomariyê nîne. Ya ku dengdan li ser bê kirin, demokrasî, aştî, biratî, edalet, polîtîkaya aboriyê û siyaseta derve ya Tirkiyeyê ye. Lewma em vê hilbijartinê weke qonaxa dawî ya rizgariya ji pêkanînên faşîst dibînin. Eger di vê hilbijartinê de keştî têk biçe, wê 80 milyon mirov têk biçin. Lê eger rizgar bibe, wê 80 milyon mirov ji dîlgirtinê rizgar bibin û rûpeleke nû vebe."

'DI HILBIJARTINÊN 24'Ê HEZÎRANÊ DE HDP PARTIYA DIYARKER E'

Hatîmogûllari işaret bi hewldanên rejîma AKP'ê kir ku hewl dide HDP'ê bi dek û dolaban di binê benda hilbijartinê de bihêle û got, "24'ê Hezîranê demeke dîrokî ye. Bêguman di vê hilbijartinê de HDP partiya diyarker e. Li dijî me operasyonek tê kirin ji bo em di binê bendê de bên hiştin. Beriya niha jî heman operasyon li dijî me kirin. 7'ê Hezîranê me ew nekir serok. Lewma hilbijartin betal kir û 1'ê Mijdarê biryara hilbijartineke nû da. Tevî ku mîtîngên me, avahiyên me yên partiyê bombe kirin, tevî ku me gelek hevalên xwe ji dest dan, em di wê têkoşînê de bi ser ketin. Em lîstika 24'ê Hezîranê jî weke lîstikeke gelekî mezin dibînin. Eger HDP di binê benda hilbijartinê de bimîne, ev yek pirsgirêka tevahiya mûxalefeta Tirkiyeyê ye. Ne tenê pirsgirêka dengdêrên HDP'ê."

'JI BO AVAKIRINA KOMARA DEMOKRATÎK EZ DI NAVA HDP'Ê DE BÛM NAMZET'

Hatîmogûllari bang li gelên Tirkiyeyê kir ku li dora HDP'ê bicivin û got, "Eger HDP di binê bendê de bimîne wê ev welat gelek tiştan ji dest bide. Lewma em li dijî êrîşa mezin em banga piştgiriya mezin dikin. Weke Hevseroka SYKP'ê ku di pêvajoya damezrandina HDP'ê de cih girt, bi vê wezîfe û berpirsyariyê ji HDP'ê bûm namzet." Hatîmogûllari destnîşan kir ku li dijî zext û zordariya li gelan tê kirin, ji bo avakirina civakek û komareke demokratîk, ew ji nava HDP'ê bûye namzet.

Hatîmogûllari got, "Bi HDP'ê re wê pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareser bibin" û herî dawî got, "Em bi hêvî ne. 24'ê Hezîranê em ê bi ser bikevin û li Tirkiyeyê rûpelekî nû vekin." Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew dixwazin rûpela nû bi aştî, biratî, wekhevî, edalet û demokrasiyê dagirin.