Serokomarê Iraqê Celal Telebanî ragihand ku, alîkarê wî Tarik el-Haşimî ku bi darvekirinê hatiye mehkum kirin ji peywirê ketiye.
Telebanî daxuyaniyek da televîzyonek ya Iraqê ragihand ku, ji ber sedema cezayê darvekirinê dane Tarik Haşimî li gorî madeya 90’mîn ya Qanûna Cezayê Iraqê, ji peywira alîkartiya serokomartiyê ketiye.
Telebanî diyarkir ku, li gorî Qanûna Cezayê Iraqê, dema dadgehê di derbarê kesekê de biryarek wisan da ev îşaretî ketina peywira kes dike û got; “Ji ber biryara ku dadgehê di derbarê Birêz Haşimî jî dayî de Birêz Haşimî ji peywira alîkartiya serokomariyê ketiye.”
Telebanî destnîşan kir ku, rayeyek wisan ya wî tuneye ku alîkartiya serokomariyê diyar bike, ew tenê dikare alîkarê serokomar yê ji aliyê parlementoyê ve tê hilbijratin pesend bike.”