Hate qedexekirin ku gel biçe civîna koma HDP’ê

Li ser HDP’ê kirinên qirkirina siyasî didomin. Hikûmetê asteng kir ku gel biçe civîna koma HDP’ê ziyaret bike.

Li Meclîsê her sêşem partiyên siyasî civînên komê xwe çêdikin û ev civînên koman têne ziyaretkirin lê hate qedexekirin ku gel biçe civîna koma HDP’ê ya li meclîsê. Ji bo tevlêbûna civînên koma AKP, MHP, CHP’ê asteng nîn e, lê asteng hate danîn ku gel biçe û tevlî civîna koma HDP’ê bibe. Navên ku HDP’ê bi awayekî fermî  bi mebesta ku tevlî civîna koma wan bibin, ji bo deriyên Çankaya û Dîkmenê dayî meclîsê, destûr nehate dayin bikevin meclîsê. Hate ragihandin, kesên ku hatine astengkirin hefteya borî tevlî civînê bûbûn. Tenê yên ku cara pêşî hatin karîbûn bikevine civînê.

NÛNERÊN SAZIYÊN KU HATIN GIRTIN HATIBÛN VEXWENDIN

Nûnerên saziyên ku ji hêla Wezareta Karê Hundir ve xebatên wan hatibûn sekinandin ji bo civîna koma HDP’ê hatibûn vexwendin. Hin nûnerên komeleyan nekarîn ku têkevin meclîsê. Tê payin ku Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen di civîna komê de baxive bêyî ku ziyaretvan hebin.