Hate îdîakirin ku li Tarsûsê girtiyekî xwe kuştiye

Hate îdîakirin ku li Girtîgeha Tarsûsê girtiyê bi navê Halîs Coşkûn dawî li jiyana xwe aniye. Malbatê cenaze wergirt.

Li Girtîgeha Hejara 3 a Tîpa T a Tarsûsê hate îdîakirin ku girtiyê bi navê Halîs Coşkûn dawî li jiyana xwe aniye.

Ji bo otopsiye cenazeyê Coşkûn rakirin Saziya Tiba Edlî. Piştî karê otopsiye cenaze radestî malbatê hate kirin û malbat ji bo cenaze veşêre bir Mersînê.

Cenaze wê li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslar a Mersînê bê definkirin.

Malbata Coşkun da zanîn ku derbarê bûyerê de tiştekî nizanin û tenê rêveberiya girtîgehê ji wan re ragihandiye ku zarokê wan întîxar kiriye.