Hasan Ataş li Londrayê hate bibîranîn
Gerîlayê TKP/ML TÎKKO’yê Hasan Ataş (Şerzan) ê ku di 2’ê Hezîranê de li Dêrsimê şehîd bûbû, li Londrayê hate bibîranîn.
Gerîlayê TKP/ML TÎKKO’yê Hasan Ataş (Şerzan) ê ku di 2’ê Hezîranê de li Dêrsimê şehîd bûbû, li Londrayê hate bibîranîn.
Bibîranîn ji aliyê Partîzanê ve hate lidarxistin. Di şexsê Hasan Ataş û Kasim Engîn de ji bo şehîdan rêz hate girtin.
Piştre daxuyaniya TKP/ML MK SB’ê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ataş di sala 2010’an de tevlî nav refên Artêşa Gel bûye û di nav gerîlatiyê de hemû peywirên xwe bêyî fikar bi cih aniye.
Di bibîranînê de sînevîzyon jî hate nîşandan û piştî axaftina nûnerên Meclîsa Gel a Kurd bibîranîn bi dawî bû.