Hamzaoglû: Li Efrînê mirin û talan hebû

Danişîna Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû û 11 siyasetmedaran dom kir. Hamzaoglû parastina xwe kir.

Danişîna pêşî ya doza Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû û Serokwekîla Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Fadîme Çelebî û 10 siyasetmedaran li Dadgeha Cezayê Giran a 11’an hate dîtin. 

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê, Hevseroka EMEP’ê Selma Gurkan, Serokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, nivîskar Fîkret Başkaya û ji derveyî Tirkiyê û Bakur gelek kes li danişînê hazir bûn.

Siyasetmedarên ku li dijî dagirkirina Efrînê li Enqerê ji ber ku daxuyaniya çapemeniyê dabûn hatin destgîrkirin bi îdîaya, ‘’Gel li hev sor dikin û propagandaya rêxistinê kirine’’ têne darizandin.

Beriya danişînê parlamaneterên HDP’ê û şandeyeke siyasetmedar û wekîlan ku ji Ewropayê hatibû li ber Edliyeya Enqerê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate gotin daxwaza aştiyê nikare were darizandin û xwestin ku dawî li nehiqûqiyê were.

‘PIRANIYA RAYA GIŞTÎ YA TIRK EFRÎNÊ NAS NAKE’

Hamzaoglû got piraniya raya giştî ya Tirk Efrînê nas nake, beriya niha navê Efrînê jî nebihistiye,  bal kişande ser têkiliya xizmîtiyê ya Efrînê û bajarên bakurê Kurdisantanê û got, ‘’Her çejn ev malbat têne Tirkiyê, xizmên wan ên li  Tirkiyê diçine Sûriyê.  Ji ber têkiliyên xizmîtiyê yên bi Efrîriniyan re jî têkildar in. Li Efrînê xizmên welatiyên Tirkiyê hene. Ez jî yek ji van im.’’

‘LI EFRÎNÊ MIRIN Û TALAN ÇÊBÛ’

Hamzaoglû bi berdewamî bal kişande ser hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya  ku li Efrînê kirin û got, ‘’Bi sedna mirov hatin kuştin, navenda bajêr hate talankirin. Bi sed hezaran mirov neçar man ku koç bikin. Desthilata li Tirkiyê di bin çar navan da behsa Efrînê kir. Hate gotin, ‘’Pirsgirêka bekaayê’, ‘gef’, ‘şer’ û piştre hate gotin, ‘’westandina me ya metal rakir.’’

‘ŞER NE LÎSTIKA SER KOMPÎTIRÊ YE, PIRSGIRÊKA TENDURISTIYA GEL E’

Hamzaoglû bi berdewamî got ‘Efrîn ne lîstika li ser kompîtiriyê ye’’ û domand, ‘’Şer pirsgirêka tenduristiya gel e. Ji ber ku bi destê mirov çêdibe, mirov dikare pêşî li vê pirsgirêka tenduritiyêya gel bigire. Derketina li dijî şer hewcehiyek e. Heke di vê pêvajoya danişînê de me rewşa bêşer pêk bianiya me yê jiyana bi hezaran mirovî biguheranda.’’

‘GOTINA ‘DAGIRKERÎ’ NE SÛC E, EZ DIXWAZIM MIROV BIMÎNIM’

Hamzaoglû li ser têgiha ‘dagirkeriyê’ jî got, peyva ‘dagirkerî’ nikare bibe sûc û heqîqet nikare were guhartin. Hamzaoglû her wiha got, ‘’Dijberiya şer, têkoşîna aştiyê, di sedsala 21’ê de ji bo ku mirov mirov bimîne hewce ye. Ez dixwazim mirov bimînim.’’

Her wiha Hevseroka Partiya Keskan û Siberoja Çepgir Ozlem Eylem Tuncaelî û HevserokÊ Partiya  Sosyalîst a Rizgariya Ji Nû Ve (SKYP) Ahmet Kaya jî gotin ew ê tim aştiyê biparêzin û li dijî şer derkevin.

Alîkara Hevseroktiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Hacer Ozdemîr jî got, ‘’Heta ku meseleya Kurd çareser nebe wê darizandinên wiha bibin’’ û domand, ‘’Desthilata siyasî dibe ku ji politikaya me hez neke, dikare rexne bike lê bibe mijara darizandina hiqûqî ev şerma vî welatî ye.’’