Halîm Dener li Hannoverê hat bîranîn

Halîm Dener ê di 30'ê Hezîrana 1994'an de dema afîşa ERNK'ê dadiliqan ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin, li Hannoverê bi meşekê hat bîranîn.

Ji bo bîranîna Dener bi qasî 1000 Kurd û dostên gelê Kurd li Hannoverê civiyan. Di meşa ku NAV-DEM, Rote Hilfe, Ciwanên Azad û gelek saziyan destek danê de, malbata Halîm Dener jî amade bû.

Çalakgeran li Steîntor cihê qetilkirina Dener deqeyek rêz girtin û sirûda Ey Reqîp xwendin. Çalakgeran alên ERNK'ê vekierin û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî PKK" qîriyan. Balkêş bû ku polîsên Elman di dema çalakiyê de bi zimanê Tirkî çalakger hişyar kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bêyî bûyerek biqewime, bi dawî bû.