Hakî Karer li cihê lê hat kuştin, hat bîranîn
Hakî Karer li cihê lê hat kuştin, hat bîranîn
Hakî Karer li cihê lê hat kuştin, hat bîranîn
Yek ji pêşengên PKK'ê Hakî Karer ku di 18'ê Gulana sala 1977'an de li Dîlokê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, li cihê lê hat kuştin ji aliyê rêxistina BDP'ê ya Dîlokê ve hat bîranîn.
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Dîlokê, ji bo bîranîna PKK'yiyên li zîndana Amedê bedena xwe dan ber agir Ferhat Kûrtay, Mehmûd Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner û yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer ê di 18'ê Gulana sala 1977'an de hat kuştin, çalakiyek lidar xist. Li gel rêveberên BDP'ê bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Şahînbeyê li hev kom bûn û bi wêneyên Kûrtay, Oner, Zengîn, Anyik û Karer heta cihê Karer lê hat kuştin, meşiyan.
Li gel astengiya polêsan jî girseya gel heta kolana Şanli ya taxa Cengîz Topel a lê Karer lê hat kuştin, meşiya û qurnefîl danî cihê lê hatiye kuştin. Rêveberê BDP'ê yê bajarê Dîlokê Elî Şîmşek li vê derê axivî û bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ya ji bo gelê Kurd û şoreşgerên Tirkiyê. Şîmşek destnîşan kir, ku pêvajoya heyî ya çareseriyê, mîrateya şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane û got, "Xala ku AKP'ê ber bi çareseriyê bibe, ev hêza rêxistinbûyînê ya li ser vê bingehê ye."
Piştî axaftinan girseya gel bi dirûşme û tiliyan ber bi avahiya BDP'ê ya Şahînbeyê ve meşiya. Li vê derê jî sînevîzyona li ser PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dan hatibû amade kirin, hat temaşekirin.