Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Habîbe Çîftçî li Moskovayê hate bibîranîn

Jinên Kurd ên li Moskovayê ji bo Habîbe Çîftçî şeva bibîranînê li dar xistin.

Jinên Kurd ên li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, ji bo Habîbe Çîftçî şeva bibîranînê li dar xistin.Çîftçî bi awayekî çalak di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih digirt lê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Çîftçî di temenekî ciwan de tevlî nav têkoşînê bûbû û ji ber êşkenceya di zindanên dewleta Tirk de nexweşiyên giran lê peyda bûbû. Çîftçî ji ber nexweşiyan şehîd bû.

‘LI HEMBERÎ PERGALÊ LI SER XETA JINA AZAD BÛ’

Di çalakiyê de axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku “Çîftçî di temenekî ciwan de ji axa xwe hatibû veqetandin û ji neçarî li sirgunê dijiya. Wê pergal ji nêz ve nas kiribû û li hemberî pergalê li ber xwe dida. “

Piştî sînevîzyona li ser jiyana wê, li ser rola jinên Kurd a di şoreşê de axaftin hate kirin.