Gysi: Em bi sosyal demokratên rastî re ji bo koalîasyonê amade ne

Gysi: Em bi sosyal demokratên rastî re ji bo koalîasyonê amade ne

Hilbijartinên federal yên Almanyayê her diçe nêz dibe.Ji bo hikûmeta tê avakirin jî nîqaş gur bûn. Demokrat-lîberalên Xiristiyan yên di bin serokatiya Merkelê de û Koalşîsyona Partiya Keskan-Çep di rojevê de ye. Serokê koma Partiya Çep, Gregor Gysî diyar kir ku  ger SPD dîsa vegera nasnameya xwe ya demokrat a civakî dê bi wan re koalîsyonê çêbike.

Nîqaşên hilbijartinên federel yên Almanyayê di 22’ê îlonê de pêk tê. Li gorî anketeke hatiye kirin dengê Partiya Demokrat-Lîberalên Xiristiyan ji sedî 45 e. Bi heman awayî bi giştî dengên SPD, Partiya Çep û ya Kesan 46 e.

Ji sedî 1 ferqa di navberê de nîqaşên der barê rengê hikûmetê de zêde kir. Endamên serokwezîrtiyê yê SPD’ê Peer Steînbruck, di nava kesên ku dê li dijî partiya Çep û koalîsyonê derkeve de cih digire.

SPD SOSYAL DEMOKRAT NÎNE

Ji eniya Partiya Çep bersivek bo nîqaşên koalîasyon û SPD’ê hat. serokê komê Gregor Gysî duh di kanaleke televîzyonê ya ZDF de axivî û  diyar kir li dijî koalîsyona  Partiya Çep-Keska û SPD’ê divê hevdîtinên naveroka wan kur bê kirin.  Gysî da zanîn ku dê ji derve piştgiriyê nedin hikûmeta kêmar ya ku SPD û Keskan ava dike û got: “Xweşbînê êdî nemaye.  An hun bi hikûmetê re ne an jî bi muxalefetê re. Ji bo ku em bi SPD’ê re bin divê vegerin nasnameya xwe ya sosyal demokrat.

ENDAMA KURD YA PARTIYA ÇEP AYTEN KAPLANE

Siyasetmedara kurd ya jin Ayten Kaplan di partiya xwe ya Çep de ji Eyaleta Ren Vestîflya (NRW) di rêza 11’emîn de cih girt û dê ji bo endamtiya meclisa Federal têbikoşe.Kaplan hedef dike ku bi pirsgirêkên mîlyonek kurdên penaber re eleqeder be.