Guven: Kurd wê êdî bibin xwedî statu

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Enqereyê di çalakiyekê de axivî û got, "Di sedsala 21'ê de Kurd wê êdî bibin xwedî statuyekê. Pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye."

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn li kafeyeke Enqereyê çalakiyek pêk anî û Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû tevlî bûn.

Leyla Guven li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser girîngiya serdema heyî û got, "Ne tenê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, cîhan hemû di pêvajoyeke guhertinê de ne." Guven destnîşan kir ku Kurd pêşengiyê ji vê guhertinê re dikin.

Guven siyaseta înkar û tinekirinê ya 40 salan a dewleta Tirk bi bîr xist û got, "Me êşên gelekî mezin kişand. Herî zêde bandor li jin û zarokan bû (...) Rastiyeke Kurdan heye ku ti carî teslîmî sîstemê nabe. Ev ruhê berxwedanê me gihandiye astekê."

Guven bal kişand ser hevdîtina piştî grevên birçîbûnê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin û got, "Birêz Ocalan careke din bêhn anî ber Tirkiyeyê. Careke din got, 'Eger aqlê dewletê bikeve dewrê em dikarin vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin'. Careke din eşkere kir ku Dewleta Komara Tirkiyeyê çiqasî riyakar e û di nava şaştiyê de ye, civakê dixapîne. Wan digotin, 'PKK di şer de israr dike', lê belê rastî welê nîne. Eger aqlê dewletê pêvajoya çareseriyê dewam bikira em ê îro li asteke cuda bûna, wê bi hezaran mirov nehatibûna kuştin."

Guven anî ziman ku tecrîd ji nû ve xistine dewrê û got, "Çima hewl didin dengê Birêz Ocalan bibirin ku li Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî agahî û gotin e. Dema ku dengê wî bigihaşta wê li Rojava rewş ne bi vî rengî bûya. Ne Rûsya, ne Emerîka ne jî Îran wê polîtîkayên niha nekarîbûna bimeşanda. Birêz Ocalan wê bi projeyên xwe pêşî li vê rewşê bigirta. Lewma dengê wî dibirin."

Guven bi dewamî got, "Felsefeya wî zûdeyî ji dîwarên Îmraliyê derbas bû, li cîhanê belav bû. Êdî kes nikare pêşî li vê bigire. Dibe ku niha nahêlin dengê wî bigihêje derve, lê belê felsefeya wî di serî de li Rojava bi cih tê û wê bi cih bê. Di sedsala 21'ê de Kurd wê êdî bibin xwedî statu, ev pirsgirêk êdî ji me derketiye. Pirsgirêka Kurd êdî navneteweyî bûye. Rê dirêj e, dibe ku bi astengiyan jî be lê belê rêyeke bi rûmet e."