Serokê Komeleya Karsazên Ciwan ên Başûrrojhilat (GUNGÎAD) Hakan Akbal li dijî bêdengiya li hemberî êrîşên li dijî HDP'ê derket û destnîşan kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê yên li Antalya, Rîze, Ûşak, Trabzon, Zongûldak û Bîlecîkê, baweriya ji edaleta di temsîliyetê de kêm kirine.
Serokê GUNGÎAD'ê Hakan Akbal der barê êrîşên li hemberî HDP'yiyan ên li bajarên cuda, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Akbal anî ziman kud i 7'ê Hezîrana 2015'an de yek ji girîngtirîn hilbijartinên dîroka Tirkiyeyê wê werin kirin û anî ziman ku ev hilbijartin wê ji aliyê tecrûbeya demokrasiya Tirkiyeyê ve çerxerêyek be. Akbal da xuyakirin ku di 8'ê Hezîranê de ya wê bi xurtkirina demokrasiyê re derbasî asteke pêşketî bibin yan jî wê ji pîvanên demokrasî û dewleta hiqûqê dûr bikevin û got, "Bi nêzîkbûna hilbijartinê re bi taybetî êrîşên li hemberî HDP'ê û otorîteya dewletêya ku di nava helwesteke van êrîşan erê dike de ye, gumanên li ser rêveçûna hilbijartinan bi awayekî bê alî, zêde kiriye."
BILA HEMÛ PARTÎ DI ŞERT Û MERCÊN WEKHEV DE TEVLÎ HILBIJARTINAN BIBIN
Akbal got, "Em weke saziyeke cîhana kar GUNGÎAD, tevlîbûna hemû partiyan di nava şert û mercên wekhev de li hilbijartinan weke mafekî bingehîn ê destûra bingehîn dibînin. Ev maf di heman demê de ABC a dewleta hiqûqê û demokrasiyê ye. Her dengekî were bikaranîn jî namûsa demokrasiyê ye. Pêwîste her dengê hatiye bikaranîn bê kêmasî bê qeydkirin û bandora xwe li encaman bike. Di şert û mercên bi vî rengî de 'edaleta temsîlî' dikare bicih were."
ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ HDP'Ê BI RÊK Û PÊK TÊN KIRIN
Akbal diyar kir ku êrîşên li Antalya, Rîze, Ûşak û Trabzonê û herî dawî jî duh li Zongûldak û Bîlecîkê yên li hemberî HDP'ê, baweriya ji edaleta di temsîliyetê de kêm kirine û ev xal destnîşan kir: "Êrîşên li hemberî HDP'ê roj bi roj bêhtir rêk û pêk tên krin. Ji ber ku li hemberî êrîşa bi çekê ya li dijî navenda HDP'ê ya li Enqereyê nerazîbûna têrker nehat nîşandan, vê yekê rewşeke ku mîna destûr ji êrîşên bi vî rengî re tê dayîn derxistiye holê û piştî vê bûyerê êrîş li dû hev hatine."
BÊDENGÎ DIKARE ÊRÎŞAN ZÊDE BIKE
Akbal got, "Bêdengiya otorîteya cemaweriyê ku weke destûrê dide bûyerên bi vî rengî yê edlî tê dîtin, hilbijartin û demokrasî teslîmî hestên 'welatiyên bi hêrs' kiriye. Eger li êrîşên welatiyên bi hêrs ên li hemberî HDP'ê were temaşekirin, wê demê ev êrîş wê weke helwesteke 'welparêziyê' ku ji aliyê ji aliyê rayedaran ve tê qebûlkirin bê fêmkirin û zêde bibe. Bi hişmendiyeke bi vî rengî ya 'welatparêziyê' re ne ewlekariya hilbijartinê dikare bê kirin jî jimartina dengan pêkane." Akbal destnîşan kir ku bi awayekî neheq û ne adîl eger HDP di binê bendê de bimîne, xeterî heye ku kaosek rû bide.
DIVÊ NAMZETA HDP'Ê YA RÎZEYÊ JÎ KARIBE PROPAGANDAYÊ BIKE
Akbal got ku ji ber van sedeman, bi dengên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bikevin sindoqan re wê di mijara tercîhên hilbijartina partiya A,B an jî C neyê nîşandan û wiha axivî:
“Em dixwazin careke din bibîr bixin ku di heman demê de em ê tercîhên me yên têkildarî girêdana bi dewleta hiqûqê û demokrasiyê re jî nikaribîn bidin nîşandan. Wek Serokê GUNGÎAD li gor nêrîn û feraseta min a demokrasiyê, Birêz Serokwezîrê me li Rîzeyê di nav kîjan şert û mercan de propaganda dike, namzeta HDP’ê ya Rîze Birêz Selda Karafazli jî divê xwedî vî şansî be ku propagandayê bike. Ji bo vê kamilbûneke demokratîk divê mirov nîşan bide. Em nêrînên xwe yên têkildarî mijara ji ber tercîhên xwe yên siyasî pêwîst e ti partî û kes terkî, ‘sifreya guran’ neyê kirin pêşkêşî raya giştî dikin, em banga xwe ya ku Birêz Serokkomar ji hilbijartinan re bibe garantor careke din dubare dikin.”