Gunay: Rakirina tecrîda li ser Ocalan divê daxwaza her kesî be

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, divê rakirina tecrîdê daxwaza her kesî be.

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li daxuyaniya çapemeniyê ya ku Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê hazir kiribû, derheqê rojevê axivî.

Gunay bal kişande ser êrîşên nîjadperest ên Tirk ên li Sakaryayê li ser karkerên Kurd, li Wanê rakirina tabêlaya Kurdî, di nav betonê de hiştina Heskîfê, guherandina navên cihên Kurdî û got,"Navê vê rejîmê faşîzm e, haveynê wê jî nîjadperestî ye."

Gunay bi berdewamî got, li Tirkiyeyê bi rengekî aşkere 'rejîma apartheîd'ê tê avakirin û ew dikarin bi avakirina blokeke antîfaşîst pêşî li vê bigirin.

'KEDKARÊN KURD NE BÊXWEDÎ NE'

Gunay dengê xwe li wan êrîşên nîjadperest kir, got, "Em li vir dengê xwe li van revdeyên nîjadperest dikin, kedkarên Kurd ku dewletê ew hewceyî pariyek nan kirine, ji cih û warê wan kirine ne bêxwedî ne û ne tenê ne."

Derheqê polîtîkaya tecawizê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê jî, ku bi leşker û polîsên peywirdarên tecawizê li Kurdistanê tê bicihanîn û got, "Hişmendiya ku dema Terteleya Dersimê ya 38'an jin û keçên Kurd direvandin, êrîşa zayendî dianî ser wan îro jî li Kurdistanê wê wêrekiya tecawizê nîşan didin. Têkoşîna rêxistinî ya jinê ku li ti qadê ji têkoşîna xwe bi paş ve gav navêje wê ti caran destûra hişmendiya wiha bijehr nede."

'RAKIRINA TECRÎDÊ DIVÊ DAXWAZA HER KESÎ BE'

Gunay di axaftina xwe de bi berdewamî bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Divê êdî em derheqê aştiyê biaxivin. Aktorê herî girîng ê aştiyê Birêz Ocalan e, ku tecrûbeyên wî yên berê yên derheqê aştiyê hê dimînin. Di wê pêvajoyê de ku Rêzdar Ocalan di nav de bû, me hemûyan dît ku dema îhtîmala aştiyê çêdibe meseleyên civakî çawa bi rehetî têne axaftin û bi rehetî em hev fêhm dikin. Her roja ku aştî pêk nehatî meseleyên vî welatî girantir bûn, em hemû bi hev re bûne şahidê vê. Ji ber vê rakirina astengên li ber Ocalan da ku keda xwe li aştiyê zêde bike, bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê belkî jî Kurdan bêhtir divê daxwaza Tirkan be. Çi kesê ku çareseriyê dixwaze divê bixwaze ku tecrîd rabe."

'EM LI CEM TTB'Ê NE'

Gunay derheqê gefên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên li ser Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî got, "Ev hişmendiya ku gefê li TTB'ê dixwe divê hedê xwe  zanibe" û diyar kir ew li cem TTB'ê û bijîşkan in.

'EM TÊKOŞÎNA BLOKA ANTÎFAŞÎST DIDIN DESTPÊKIRIN'

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay herî dawî got ji bilî derdoreke berteng taloke li ser her kesî heye, her kes muxatabê van êrîşan e, êrîş her ku diçin berfirehtir û girantir dibin û got, ''Tenê bi têkoşîna hevpar mirov dikare pêşî li vê bigire, bi tevgera hevpar, bi avakirina bloka têkoşînê ya antîfaşîst. Hemû geşedan û rûdan weke peywirekê ev li ber me daniye.  Em HDP demildest têkoşîna avakirina bloka antîfaşîst a herî berfireh didin destpêkirin. Em bang li tevahiya gel dikin ku ji vê rewşê aciz in di nav bloka antîfaşîst de cih bigirin, xwe bidin ber hewldana avakirina welatekî demokratîk. ''