Gunay nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya îro da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber têkçûnê ne.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya îro da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber têkçûnê ne.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê de ya li Navenda Giştî ya partiya xwe li dar xist, rojevên heyî nirxandin. Gunay bal kişand ser operasyona serê sibê li Amedê li dijî parêzer û bijîşkan hat lidarxistin.
Gunay nerazîbûn nîşanî destgîrkirina parêzeran û endamê Desteya Rûmetê yê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp û wiha axivî, "Çi dema ku behsa reforma hiqûqî û edaletê tê kirin, wê demê tavilê bêhiqûqiyên mezin tên kirin. Parêzer her roj, her saet di korîdorên edliyê de, dozan dişopînin û bi dozgerên biryara destgîrkirinê dane re hevdîtinan dikin. Ligel vê yekê jî wan venaxwînin ifadeyê û di nivî şevê de bi ser malên wan de tê girtin. Gelo ev tê çi wateyê? Ev mînak dide nîşandan ku, daraz çiqasî bi keyfî bûye."
Gunay, bang li Wezareta Dadê jî kir û wiha pê de çû: "Dest ji xapandina civakê berdin. Hûn her roj edalet û hiqûqê qetil dikin. Parêzerên ku dixwazin edalet pêk were, tavilê berdin."
Gunay, da zanîn ku ji ber ku desthilatdarî ketiye derdê mayîndeya xwe, daxuyaniyên reformê dide û wiha got: "Desthilatdariya AKP’ê di 18 saliya xwe de her tim ev yek kir. Êdî gotinên wan kelecaniyekê nade avakirin û baweriyê nade tu kesî. Gotinên reformê, xepandinek mezine. Li ber çavê me hemûyan Kemal Kûrkût ji aliyê polîsan ve hat kuştin û derbarê wî de biryara beraetê hat dayîn. Bi vê biryarê siyaseta reformê ya desthilatdariyê qediya."
TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ
Gunay, têkildarî polîtîkayên necezakirinê jî ev şîrov kir: "Di sûcên dijî jinan de, her ku diçe polîtîkayên necezakirinê zêde dibe. Dema ku faîlên van sûcan karmend û erkdarên desthilatdar û dewletê bin, ev rewş bêtir derdikeve holê. Êdî ev bi pergalî bûye. Ji ber ku mîna nijatperestiyê, zayendperestî jî, di nava saziyên dewletê de bi cih bûye. Lê, têkoşîna hevpar a jinan, piştevaniya jinan û tifaqa jinan, li dijî tundiya zilam di 25’ê Mijdarê de li her qadê ye. Ez ji vê derê têkoşîna jinan û jinên li qadane silav dikim."
'TALANÊ RAWESTÎNIN'
Gunay, der barê binpêkirinên mafan ên li qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên ji aliyê cîhatkarên dibin kontrola AKP’ê de ne wiha dawî li axaftina xwe anî: "Komên cîhatkar ên li ser erdê Bakurê Sûriyeyê veguherîne makîneya sûc. Êşkencê li zarok û jinan dikin. Çavkaniyên herêmê talan dikin û her roj bi rojevekê sûc dikevin rojevê. Êdî dest ji vê talan berdin. Ji bo ku gelên wê derê vegerin ser cih û warê xwe, divê ev astengî ji holê rabe."