Gunay: Em ê bêdeng nemînin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê û got, "Daxwaza wan daxwaza me ye. Em ê li bara vê bangê bêdeng nemînin."
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê û got, "Daxwaza wan daxwaza me ye. Em ê li bara vê bangê bêdeng nemînin."
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de ne nirxand.
Ebrû Gunay bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in bi awayê girankirî tecrîdkirî ye û got, "Birêz Abdullah Ocalan di navbera salên 2013 û 2015'an de nîşan da ku danûstandinên çareserî û demokratîk Tirkiyeyê çawa aram dike. Yên ku wê demê ji me re gotin, 'hûn tenê dikarin fîlmê pêvajoya çareseriyê çêbikin', van 5 salên dawî bi senaryoya fîlmê tirsê welêt bi rê ve dibin. Rêya derketina ji vê rewşê bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e, çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan e. Rêya bidawîkirina vê tarîtiyê jî rabûna li ber zext û êrişan e. Ji bo vê çareseriyê li girtîgehan bi armanca bidawîkirina tecrîdê careke din greva birçîbûnê dest pê kir. Em bi rengekî eşkere dibêjin, daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê daxwaza me ye, heta ku bersiv ji vê daxwazê re bê dayin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bilî bersivdana vê daxwazê ti şensê Tirkiyeyê nîne, rêyeke din jî li pêşiya Tirkiyeyê nîne.
Eger em nikaribin şert û mercên çareseriyê biafirînin, eger Tirkiyeyê ji vê rewşê dernexînin, hingî em ê hemû ji hilweşîna vî welatî berpirsyar bin. Em ê nikaribin hingî li rûyê zarokên xwe û nifşên paşerojê binerin. Em hemû di bin berpirsyariyeke mezin de ne. Em nikarin li hilweşîn û têkçûna vî welatî temaşe bikin. Em bi vê berpirsyariyê tevdigerin, mîna doh îro jî vê berxwedan û têkoşînê mezin dikin. Hêza me ya guhertinê, hêviya me ya ji bo siberojê û baweriya me ya bi serketinê heye."
Ebrû Gunay anî ziman ku AKP-MHP'ê hewl didin Tirkiyeyê ji gelan re bike girtîgeh û got, "Îro bi hezaran mirov ji ber fikrê xwe bi rengekî bêguneh girtî ne. Rewşa li girtîgehan xerabtir dibe. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan dest pê kirin. AKP li Îmraliyê hiqûqê û pîvanên mafên mirovan nas nake. Hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî ji nedîtî ve tê. Dixwazin ku Tirkiyeyê bikin girtîgeheke mezin û bêhnê li mirovan biçikînin. Bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan li dijî vê polîtîkayê di grevê de ne. Dixwazin ev şert û mercên nebaş bên guhertin. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo demokrasiyê tên kirin. Daxwaza wan daxwaza me ye, em ê li bara vê bangê bêdeng nemînin."