Gunana li ser bangan dawî li çalakiya xwe anî

Bi daxwaza ku tecîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe Turan Gunana 15'ê Sibatê dest bi rojiya mirinê kiribû.

Turan Gunana yê ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Nimroya 2'yê dima û ji bo ku dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were 15'ê Sibatê dest bi rojiya mirinê kir, li ser bangan dawî li çalakiya xwe anî.

Gunana ku 15'ê Sibatê dest bi rojiya mirinê kiribû, piştî banga Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû ya di radyoya Dengê Kurdistanê de, duh dawî li çalakiya xwe anî.

Gunana bi telefonê dema ku bi malbata xwe re axivî got, duh dawî li çalakiya xwe aniye û spasî da hemû kesên bihistyar.

Peyama Gunana ya ku bi rêya malbatê şandî wiha ye: "Ez daxuyaniyên partiyê hêja û watedar dibÎnim. Bi taybetî jî hevalên li Kocaeliyê T2'yê gotin heke ez dawî li rojiya mirinê neyênim, ew ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji hundir û derve gelek destek hatin. Ji bo hevgirtinê spasî li hemû hevalan."