Gumanbarê qetla Alî Îsmaîl polîs sûcdar kir

Gumanbarê qetla Alî Îsmaîl polîs sûcdar kir

Di lêpirsîna Alî Osman Korkmaz ê di çalakiyên berxwedana Park Gezî de ji aliyê polîsan û komek sivîl ve bi lêdanê hat qetilkirin yek ji gumandarên qetla Korkmaz polîs sûcdar kir.

Di çarçoveya lêpirsînê de Ebûbekir Harlar ê gumanbarê 5’emîn e, di îfadeya xwe ya dadgehê de xuyakirin ku kesên di destên wan de dar hebûn polîs bûn û got,  “Me xwest alîkariyê bidin polîsên dewletê.”

Li gorî nûçeya di rojnameya Radîkal de Harlar,  gotiye ku roja bûyerê çûye li Firina Nan a Harman a li Taxa Harman sekiniye, polîs hatine firinê û derketine. Harlar, ji bo kesên bi dar ên di dîmenan de xuya dikin jî wiha axivî:  “Bi qasî ez zanim polîsên sivîl bûn. Polîsekî bang kir û got, ‘Yê tê bigirin.’” Yek jê ez wer difikirim ku xwediyê firinê bû û du kesên din jî yên min ew li firinê dîtin ber bi wî kesî ve çûn.  Min lingê avêt ber wî şexsî  bes min lê neda.  Bi fikra alîkariyê bidim polîsê dewletê min hewl da. Her sê kesên di firinê de lê dan. Li ser vê yekê ew kes heta demekê li erdê ma. Yê bi lez ber bi kesê li erdê ve hat û sê-çar pehînan li serê wî da polîsê sivîl bû. Polîs piştî derbên mirinê li kesê erdê da yê li erdê rabû û reviya.”