BI DÎMEN

Guleryuz: Em ê dengekî xurt ê 'NA' ji Îzmîrê derxînin

HDP'ê li Îzmîrê du civînên mezin lidar xist û bi vî rengî dest bi karê xwe yê referandûmê kir. Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Guleryuz diyar kir, ew ê dengekî xurt ê 'NA' ji Îzmîrê derxînin û bi vî rengî AKP'ê qels bikin.

Yek ji partiyên ku di wê di referandûma 16'ê Nîsanê ya li ser destûra bingehîn a AKP-MHP'ê dengê 'NA' bi kar bînin, HDP ye. HDP'ê li Îzmîrê 2 civînên mezin lidar xist û bi vî rengî dest bi karê xwe yê referandûmê yê li vî bajarî kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi 233 hezar dengî 2 parlamenter ji Îzmîrê şand Meclîsê, wê bi Platforma Yekîtiya Hêzê re, hewl bide dengê 'NA' zêde bike.

Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Mafhûz Guleryuz, li ser xebatên xwe ji ANF'ê re axivî.

'EM LI BENDÊ NE KU JI SEDÎ 70 DENGÊ NA JI ÎZMÎRÊ DERKEVE'

Guleryuz da xuyakirin, ku wan di çarçoveya kampanya 'NA' de li herêmên yekemîn û duyemîn ên Îzmîrê civînên gel lidar xistine û got, "Me civîna li herêma duyemîn li Çîglî, civîna li herêma yekemîn jî li Fûar a Basmaneyê pêk anîn. Tevlîbûneke xurt çêbû û bawerim encameke baş jî jê derket. Biryardariya girseya gel a li ser dengê 'NA' ya di referandûmê de, hêviyê dide mirovan. Weke HDP em ê vî karî bi xurtî bimeşînin. Ne bawerim ku ji vî alî ve pirsgirêk derkevin pêşiya me. Tevî vê yekê, em dixwazin bi hêzên ked û demokrasiyê re jî bi hevkarî tevbigerin. Em ê bi civînan, mîtîng û organîzasyonên cihê reng, dengê 'NA' zêdetir bikin. Di vî warî de nêzîkatiyeke erênî heye."

Guleryuz da zanîn, weke HDP'ê ew ê xebatên xwe yên xweser li hemû navçe û taxan bimeşînin û diyar kir, wan bi civînên destpêkê re starta vê dane. Guleryuz got, "Divê em qîma xwe bi van re nînin. Em ê li 28 navçeyan karekî xurt bimeşînin. Ne tenê li cihên girtî civînan lidar bixin. Em ê mîtîngên gelekî xurt jî organîze bikin. Di vê demê de pirsgirêk jî hene. Li Îzmîrê pêleke binavkirinê li dijî me hatiye destpêkirin. Me bihîst ku bi qasî 35 hevalên me binçavkirî ne. Di nava van de rêveber û endamên partiya me hene. Ev hemû heval bi rengekî çalak dixebitin. Lewma dikarim bêjim zexteke giran a rejîma AKP'ê li dijî me heye. Em ê li Îzmîrê kampanyayeke xurt bimeşînin. Eşkereye ku bersiva vê jî wê xurt be. Bi dîtina min wê ji sedî 70 dengê 'NA' ji Îzmîrê derkeve. Dibe ku ji vê jî zêdetir be."

Guleryuz da xuyakirin, ku divê ew bi çavekî şexsî li mijarê nenêrin û got, "Pêwîste gelê Kurd li bûyerên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê hat kirin binêre û bêje 'NA'."