‘Guhertina klîmayê hatiye radeya gefê li jiyana ruhberan dixwe’

‘Guhertina klîmayê hatiye radeya gefê li jiyana ruhberan dixwe’

'Guhertina klîmayê' ku roj bi roj hîn bêtir xwe dide hîskirin, gihaşte wê radeyê ku gefê li jiyana ruhberan dixwe. Aktîvîstên hawirdorê hişyariyê didin û dibêjin, "Eger bi vê lezê karbon were berdan, ruhber bêyî demeke seleksiyonê bibîne, dê tine bibin."

Beşeke mezin a pêwistiya enerjiya heyî hînê ji sotemendiyên fosîlê yên mîna gaza xwezayî, komir û petrolê tê tedarikkirin. Di dema şewitîna vê sotemendiyê de rêjeyek mezin karbon li atmosferê belav dibe. Karbon, xwe li tîrêjên rojê yên tên digire û dibe sedem ku atmoster hîn bêtir germ bibe. Di encama vê germbûnê de jî germahiya giştî ya cîhanê zêde dibe û hevsengiya klîmayê xera dike. Ji ber ku bi zêdebûna 2 pileyan re jî hevsengiya jiyanê ya li cîhanê dikare bikeve asteke felaketê, divê pêşî li germbûna zêde ya cîhanê were girtin. Ji bo vê jî hewceye ku karbon zêde li atmosterê neyê belav kirin.

KARESATÊN HAWIRDORÊ ZÊDE DIBIN

Di bagera meha bihurî ya li Fîlîpînan de zêdeyî 10 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Karesatên ji ber guherîna klîmayê rû didin, di salên dawî de bi zêdebûnê dewam dikin. Her çiqas ewçend ne dijwar bû jî barana dijwar a hefteya derbasbûyî ya li Îzmîrê, jiyan tevizand. Meteorolojiyê ragihand ku li gorî barana ku diviyabû di nava hefteyekê de bibariya di nava 4 saetan de bariya. Rêxistinên hawirdorê diyar dikin ku sedema vê yekê guhetina klîmayê ye û hişyariyê didin ku di demên pêş de afetên mezintir dikarin rû bidin.

Ji aktîvîstên Koma Çalakiyê ya Global Ersîn Damarsardi ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku hilweşandiya guhetina klîmayê rê li ber vekir, roj bi roj hîn bêtir tê hîskirin û got, "Ya ku çend roj berê li Îzmîrê hat jiyîn jî, heman rewş bû. Yanî barana ku diviyabû di nava hefteyekê de bibariya, di nava 4 saetan de bariya û jiyan tevizand."

GERMBÛNA JI BER MIROVAN DEWAM DIKE

Damarsardi ragihand ku guhertina klîmayê gihaştiye wê radeyê ku gefê li jiyana zindiyan dixwe û got, "Konferansa Guhetina Klîmayê dibêje ji sedî 90 ê guhertina klîmayê ji ber karboya ji ber mirovan e. Sedema bingehîn a vê jî rêbazên me yên bidestxistina enerjiyê bi komur û petrolê ye. Guhertina klîmayê niha ewçend bi lez pêk tê, ku ji bo seleksiyona xwezayî emê nebin xwedî dema pêwîst. Di sala 2005'an de Bahoza Katrîna rû da û ev bahoz ya herî mezin bû ku heta niha hatiye qeydkirin. Bahoza Katrîna bahoze bi dijwariya 5'an bû. Heta hingî bahozek bi dijwariya 5'an nebû. Bagera li Fîlîpînan vê dawiyê rû da jî bahozek di asta 6'an de bû."

DI BELAVKIRINA KARBONÊ DE TIRKIYE WELATÊ ŞAMPIYON E

Damarsardi anî ziman ku di warê belavkirina karbonê ya dibe sedema guhertina klîmayê de Tirkiye 'şampiyon' e û got, "Li gorî nîvekê nifûsê Tirkiye welatê ku herî zêde bi lez karbonê berdide atmosferê ye. Em bi vî rengî bêjin dê baştir were fêmkirin; Tirkiye şampiyonê karbonê yê deh salên dawî ye. Yek ji welatên ku herî zêde santralên termîk çê dike Tirkiye ye. Di dema pêş de plan hatiye kirin ku 50 santralên din ên termîk werin çêkirin. Beşeke ji van li Alîaga ya Îzmîrê ye. Ev yek dê hawirdorê qirêj bike, lê di heman demê de bandorê li gelemperiya cîhanê bike. Her wiha di warê ragihandinê de jî xwedî bajarên xerab e. Her çend weke ku ji bo teşwîk ji bo otobus û trenan tê kirin jî, wesayît zêde tên bikaranîn û hîn bêtir karbon tê hilberîn."

‘DIVÊ HIKÛMET POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN ENERJIYÊ BIGUHERÎNE’

Damarsardi da xuyakirin ku divê hikûmet tavilê polîtîkayên xwe yên enerjiyê biguherîne û got, "Pêwîste bi lez û bez dest ji çêkirina santralên termîk berde. Di ragihandinê de jî wesayîtên girseyî bên teşwîkirin. Her wiha ji bo hilberîneriya enerjiyê jî sîstemên îzolasyonê yên avahiyan werin başkirin. Berî ku dereng bikeve, divê em bi lez dest bi bikaranîna enerjiya tê nûkirin, bikin."

ÎZMÎR DIBE ÇOL

Ji aktîvîstên Koma Çalakiyê ya Global Mûalla Damarsardi jî diyar kir ku di mijara guhertina klîmayê de li gel mirovan zanyariyek cidî çê nebûye û got, "Dema behsa guhertina klîmayê tê kirin, guhetina havîn û zivistanê tê bîra mirovan. Ya rast, guhertina klîmayê tê wateya guhertina klîmaya ku mirov karibin pê bijîn. Klîmaya welatê me di nava cûreyê klîma nerm de ye, lê vediguhere klîma tropîkal. Mînak; Îzmîr vediguhere klîmaya çolê. Germbûna li ekvatorê dê herêmên din jî germ bike. Ji ber ku cemed neman. Germa termostat a cemedan diafirand, nema. Dibêjin emê bihareke bêdem bijîn, lê belê giha û nebatên li cografyayê ne li gorî mercên vê klîmayê ne."

‘BIKARANÎNA ENERJIYA DIKARE WERE NÛKIRIN’

Mûalla Damarsardi ragihand ku li gorî xalên li jorê hatine destnîşankirin dê baştir gefa Îzmîr pê re rû bi rû ye were fêmkirin û got, "Eger hûn ji cihekî bilind li Îzmîrê temaşe bikin, hûnê ewrekî mezin ê bi ruhekî xerab li ser bibînin. Ev yek bajarê lê tê jiyîn e. Ji egzozên wesayîtan heta komirên li malan tên şewitandin, dibin sedma avabûna vî ewrê tarî yê ruhê nebaş. Îzmîr di warê enerjiya were nûkirin de xwedî rewşeke gelekî girîng e. Li Tirkiyê yek ji cihê herî zêde ba lê tê, herî zêde tav lê hiltê ye, lê ev nayên bikaranîn. Piraniya enerjiya em bikar tînin, li ronahîkirin û panoyên reklama diçe."

ÇANDIN Û PARASTINA DARAN GIRÎNG E

Mûalla Damarsardi da zanîn ku li gel kêmkirina karbonê girînge dar were çandin û herêmên daristanî werin parastin û got, "Qanûnên xwezayê, qanûnên mirovan girîng nabînin. Biryara encumena şaredariyê nikare pêşî li ba bigire. Divê em xwe li gorî xwezayê rêkûpêk bikin. Em nikarin xwezaya ku em parçeyek jê ye, bişibînin xwe."