Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sekinandina operasyonên binçavkirinê, rakirina dorpêça li ser gundan û li girtîgehan binpêkirinên mafan bi dawî bibe li Şakran T2, T3, T4 û Girtîgeha Jinan de didomiya kete roja 51’emîn. Girtiyan destnîşan kirin, heta ku daxwazên wan bi cih were wê çalakiya xwe bidomînin û îro 12 girtiyên bi navê Zekî Yîgît, Tanjû Yildirim, Cahît Ayaz, Şahîn Aslan, Yakûp Guneş, Mahmût Aba, Adnan Kiliç, Cemal Gunsel, Mehmet Degîrmencî, Farûk Kanar û Ramazan Atabey yên li girtîgeha Şakranê ya T2’yê ne, bi rêya malbatên xwe ragihandin ku, îro dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.
67 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE
Li girtîgehên Manîsa, Balikesîr, Kepsut, Bandirma, Mûgla, Odemîş, Menemen, Kiriklar û Bûrhaniyeyê greva birçîbûnê ya bi dem û bi dorveger a ku di 15’ê Adarê de hatibû dest pê kirin kete roja 23’emîn. Girtiyên li girtîgeha Balikesîr, Kepsut, Kiriklar û Menemenê jî bi rêya malbatên xwe dan diyar kirin ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.
Li Girtîgeha Kiriklarê 12, li ya Menemenê ya T2’yê 4 û li girtîgeha Kepsutê ya Balikesîrê jî 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger kirin. Li Girtîgeha Şakranê ya T2, T3, T4 û ya jinan 45, li ya Kepsutê ya Balikesîrê 6, li ya Kiriklarê 12 û li ya Menemenê ya T2’yê jî 4 kes di greva birçîbûnê de ne. Li girtîgehên Egeyê hejmara girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger bûye 67. Girtiyan ragihandin ku, heta ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin, binçavkirin û dorpêça gundan bi dawî bibin û di serî de li Girtîgeha Şakranê heta ku li hemû girtîgehan binpêkirinên mafan bi dawî bibin, wê grevê bidomînin.
PÊKUTÎ DIDOME
Ji Girtîgeha Şakranê ya ku heyeta HDP’ê duh ziyaret kiribû agahî tên ku pêkutî zêdetir dibe û hat hînbûn ku ji bo şikandina îradeya girtiyan pêkutiya derûnî zêdetir bûye. Di heman demê de nas û ximên girtiyên li Girtîgeha Odemîşê dema xwestin biçin hevdîtinê, rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye; ‘Cîhaza naskirina ji çav’ xerabe ye û ji bo ku zanibin kî çûye hevdîtinê boyaxa sor bi zendên nas û ximên girtiyan dane. Azîz Aydemîr ê ku bavê girtiyê bi navê Abdulvahap Ozdemîr e diyar kir ku li girtîgeha Odemîşê pêkutî zêdetir bûye. Hat diyarkirin ku jinên tên hevdîtinê ji kontroleke bi kitekit derbas dibin û hin gardiyanên mêr kontrola tazî li ser jinan ferz dikin.