Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan roja 15'ê Sibatê hat destpêkirin, di roja 49. de ye.
Rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj giran dibe. Hat ragihandin, asta krîtîk jî êdî derbas bûye û rêveberiya girtîgehê vîtamîna B1 a ji bo girtiyan gelekî girîng e, nade wan.
Girtiyên di grevê de ne gelekî kêm kirine û ji asta krîtîk jî êdî derbas bûne. Li girtîgehê, gef û kiryarên xerab jî naqedin. Rêveberiya girtîgehê gefa "Îşkenceya ku Midûrê Girtîgeha Amedê ya darbeya leşkerî ya 1980'ê nekarî bike, ez ê li vir bikim" li girtiyan dixwe.
Li girtîgehên Sîncanê 40, Menemenê 28, Wanê 26, li Tîpa F ya Hatayê 3, li Tîpa F ya Bolûyê 8, li T-1 a Tekîrdagê jî ev 27 roj grev dewam dikin.
Wekî din, grevên bi armanca piştgiriyê li hemû girtîgehan di 15'ê Sibatê de dest pê kirin, dewam dikin.
Li beşa T4 a Girtîgeha Şakran a Îzmîrê, gardiyanan li pêş çavê malbatên hatin serdanê li 9 girtiyan xistin. Piştî vê lêdanê, ti agahî ji rewşa tenduristiyê ya girtiyên navborî nehat girtin.
MALBAT: EXTIYAR Û ZAROK JI SER PÊLIKAN HATIN KAŞKIRIN
Malbatan gotin, di dema hevdîtinê de gardiyan li dora masê sekinîne, malbat û girtî tacîz kirine û anî ziman, ku dema ew li ber vê yekê rabûn, zêdeyî 30 gardiyanan êrîşî girtiyan kirine. Malbatan gotin, "Em jî di wê kêliyê de şoq bûn. Dema ku me jî dest bi qîrîna dirûşman kirin, jenderme hatin û êrîşî me kirin. Em dehf dan û derxistin derve. Bi çepik û tilîliyan me nerazîbûn nîşanî êrîşê dan. Çi zarok, çi jî extiyar êrîşî me hemûyan kirin. Extiyar û zarok ji ser pêlikan kaş kirin. Gelek ji me birîndar bûn. Em heta wextekê li ber derê girtîgehê man. Me hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Em nikarin agahiyan ji xizmên xwe bigirin. Em nizanin bê rwşa wan çi ye, Man e, neman e em nizanin."
Girtiyên li Girtîgeha Şakranê di grevê de ne:
Beşa Girtî ya T3: Zana Yaktin, Îhsan Bakaç, Ozgur Guçlu, Aslan Îlhan
Beşa Girtî ya T2: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mûstafa Akar, Cengîz Dogan, Necet Kaya, Erhan Aryuz, Mûrat Dûman, Kasim Odemîr
Beşa Girtî ya T4: Nayîf Yargin, Veysî Kaya, Yûsûf Ozdemîr, Mihamed Brû, Abdullah Aksû, Şivan Bîlîk, Ronî Yavûz, Ahmed Azad Hacîhamir, Hasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmet Emîn Dag, Devran Makas
Girtiyên jin ên di 25'ê Sibatê de tevlî grevê bûn: Cîhan Asî, Derya Moray, Meryem Soyleme, Hurriyet Dogan û Mahsûme Şedal.