Greva makînîstên Elman welat tevizand
Greva makînîstên Elman welat tevizand
Greva makînîstên Elman welat tevizand
Li Elmanyayê, greva makînîstan îro jî dewam dike û wê heta sibê saet 4'an dewam bike. Dewleta ku pirsgirêkên ji ber grevê derketin holê çareser nekir û hin navgînên medyayê, sendîkaya GDL ya biryara grevê daye, kirine hedefa xwe.
Li gelemperiya Elmanyayê, ji ber greva makînîstan a saet di 2'ê sibeha Şemiyê destpê kir, beşeke mezin a seferên trenê rawestiyan. Ji ber ku li 7 eyaletan rastî betlaneya dibistanê hat, gelek kes neçar ma wesayîtên xwe yên taybet bikar bînin. Kargehên otobusê yên navbera bajaran ku par ketin xizmetê, rojên xwe yên herî bi feyde derbas dikin. Bi deh hezaran mirov jî neçar man wesayîtan kirê bikin û serî li rêbazên weke rêwîtiya bi hev re (Mitfahr) bidin.
Li gorî daxuyaniya sendîkaya makînîstan GDL, tevlîbûna li grevê gelekî zêde ye û hat ragihandin ku ev rêje li Bakurê Elmanyayê ji sedî 80 e. Beşdariya li grevê hem di seferên trenê yên nava bajaran, hem jî di seferên navbera herêman û navneteweyî de hat dîtin. Du ji sê parên seferên trenê yên ji bo cihên dûr, nexebitîn. Ji ber ku grev li dawiya hefteyê rast hat, grevê bandoreke giran li sektora futbolê kir.
Serokê Giştî yê GDL Caluse Weselsky der barê grevê de daxuyaniyek da û anî ziman ku greva 50 saetan a duh danê sibê destpê kir, wê ji saet 7 ê sibê û pê ve navberê bidin.
RÊYÊN HESINÎ Û MEDYAYÊ SENDÎKA KIRIN HEDEF
Greva xebatkarên rêyên hesinî û makînîstan, şerekî pêkanînê yên li hemberî sendîkaya GDL jî bi xwe re anî. Li aliyekî kargeha rêyên hesinî Deutsche Bahn bi tawîzên nîvco bersiv da daxwazên sendîkayan, li aliyê din jî sendîkaya GDL a banga grevê kir, kir hedef.
Deutsche Bahn di pêşniyara xwe ya roja Înê kirî de ragihand ku ew daxwaza ji sedî 5 ê zêdekirin heqdestan, bi sê qonaxan dipejirîne û gelek daxwazên din ên sendîkayê ji nedîtî ve hatibû.
Hin navgînên çapemeniyê jî sendîkaya GDL û Serokê Giştî Claus Weselsky weke berpirsyarê kaosê nîşan dabûn.