Grêva KESK'ê jiyan tevizand

Grêva KESK'ê jiyan tevizand

Li tevahiya Bakurê Kurdista û Tirkiyê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîqeyên Karkerên Cemaweriyê (KESK) bi daxwaza "Kar û ewlehiya kar" grêva 2 rojan tê lidarxistin. Di çarçoveya grevê de li Bazidê, Kop, Edene, Mêrsîn, Tarsûs, Silopî, Erxenî, Dêrik, Êlih, Dêrsim, Sêrt, Serêkaniyê, Şirnex, Wêranşar, Dîlok, Semsûr, Amed, Şemrex, Elezîz, Mêrdîn, Qoser, Hezex, Sêwerek, Wan, Erdîş, Îdir, Colemêrg, Qileban, Qers û Nisêbînê bi dehezaran karker daketin qadê û peyama, "Guh bidin dengê gel" dan. 

BAZID 

Li navçeya Bazida Agiriyê bi sedan karkerên endamên KESK'ê li ber Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya navçeyê hatin cem hev û li hemberî daholê govend gerandin. Karkerên ku sloganên "Bê ziman jiyan nabe" û "Bijî aşitî" qêriyan êrîşa polîsan ya li hemberî berxwedana Parka Gezî ya Stenbolê şermezar kirin û berxwedana çalakvanan jî slav kirin. 

KOP 

Li navçeya Kopê ya Mûşê, di çarçoveya greva KESK'ê de gelek karker li Parka Mafê Mirovan hatin cem hev û slogan qêriyan. Di axaftinên ku hatin kirin de polîtîkayên AKP'ê yên derbarê karkeran de hatin şermezarkirin û hat xwestin ku zagona kar bê guhertin. 


EDENE 

Endamên KESK'ê li Parka Abîdîn Dîno hatin cem hev û govend girtin. Welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan karkeran. Di bernameya ku piştî rêzgirtinê destpê kir de peyama piştgiriyê ya ji bo çalakgerên Parka Geziyê hat dayîn. Her wiha di çalakiyê de polîtîkayên AKP'ê yên derbarê karkeran de jî hat şermezarkirin. 

MÊRSÎN 

Bi hezaran karkerên endamên KESK'ê jî bi heman daxwazan li Mêrsînê hatin ba hev û polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin. Karkerên ku li ber avahiya Maliyeyê hatin cem hev û ber bi Taş Bînayê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de slogan hatin qêrîn û pankart hatin vekirin. Piştî meşê karker ji bo ku Şaredariya Bajarê Mezin mafê karkerên teşeron binpê dike ber bi avahiya CHP'ê ve meşiyan û Şaredarê CHP'ê şermezar kir. 


TARSUS

Li Navçeya Tarsusê ya Mêrsînê jî bi heman daxwazê gelek karker li ber avahiya Egîtîm Sen'ê ya Tarsûse hatin cem hev û li dijî hikûmeta AKP'ê slogan qêriyan. Girseya ku li vir hat ba hev ber bi Navenda Perwerdehiya Gel ve dest bi meşê kir. 


SILOPÎ

Endamên Platforma Şaxên KESK'ê ya Silopiyê di çarçoveya grevê de çalakiyek li dar xist. Girseya ku li ber Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Silopiyê hatin cem hev slogan qêriyan û polîtîkayên AKP'ê bi zimanekî tund şermezar kir. Girseya ku di nava demeke kin de hejmara wê zêde bû heta Kolana Hunerê meşiya û li vir peyamên piştgiriyê ya ji bo berxwedana Parka Gezî dan. 

ERXENΠ

Endamên Nûnertiya SES'ê ya Erxenê ku tevli grevê bûne, li ber Nexweşxaneya dewletê hatin cem hev daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de karkeran piştgirî dan berxwedana Parka Gezî û çalakî slav kir. 

DÊRIK 

Li navçeya Dêrikê jî gelek karker hatin cem hev û di çarçoveya greva KESK'ê de daxwazên xwe anîn ziman. Karkerên ku li ber avahiya Egîtîm Sen'ê hatin ba hev û ber bi Qada Komarê ve dest bi meşê kir. Di meşê de karkeran çalakgerên berxwedana Parka Gezî silav kir.

ÊLIH 

Endamên KESK'ê li Êlihê di çarçoveya grevê de li Qada Hunerê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata jî tevli bû de, polîtîkayên hikûmetê yên derbarê karkeran de hatin şermezarkirin û berxwedana Parka Gezî hat silav kirin. 

DÊRSIM 

Li Dêrsimê jî gelek karkerên ku tevli grevê bûne daketin qadê. Karkerên endamên KESK'ê Kolana Hunerê li hev civiyan û ber bi Parka Celal Dogan ve dest bi meşê kirin. Endamên KESK'ê di meşê de bi siloganan polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên der barê karkeran de şermezar kir. Karkerên di çalakiya xwe de piştgirî dan berxwedana Parka Gezî û bang li hikûmetê kirin ku guh bidin karkeran.

SÊRT 

Li Sêrtê jî karkerên ku tevli grevê bûne meşek li dar xistin. Karkerên endamên KESK'ê li ber avahiya sendîqeyê hatin ba hev û ber bi Kargeha Kizilayê ve dest bi meşê kir. Çalakvanan di meşê de piştgirî dan berxwedana Parka Gezî. 

SERÊKANIYÊ

Di çarçoveya grevê de karkêrên endamên KESK'ê, navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li cadeya Gazî hatin cem hev û daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de piştgirî dan çalakiya Parka Gezî û binpêkirina mafên karkeran hate şermezarkirin. 

ŞIREX 

Endamên KESK'ê li Şirnexê jî neçûn ser kar û tevli grevê bûn. Karkerên li Qada Komarê hatin ba hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Karkeran di daxuyaniyê de da zanîn ku ew dê heta dawiyê li qada bin û têkoşîna xwe bidomînin. 

WÊRANŞAR 

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê endamên KESK'ê li ber avahiya sendîqeyê hatin ba hev û ber bi avahiya Maliyeyê dest bi meşê kirin. Karkerên ku di meşê de slogan qêriyan berxwedana Parka Gezî silav kirin. Karkeran piştî meşê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xist û belav bûn. 

DÎLOK 

Li Dîlokê ku wekî bajarê karkeran yê Kurdistanê tê zanîn, qreva KESK'ê serkeftî didome. Gelek karker li parka Kirkayak hatin ba hev û ber bi Parka Yeşîlsû ve dest bi meşê kirin. Li vir jî karkeran bi slogan û pankartan polîtîkayên AKP'ê şermazar kirin û piştgirî dan berxwedana Parka Gezî. 

SEMSÛR 

Endamên KESK'ê yên li Semsûrê jî bi avayekî xurt tevli grevê dibin. Karkerên li ber avahiya KESK'ê hatin ba hev û ber bi Parka Demokrasiyê ve dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de karkeran îstîfaya hikûmetê û ya Serokwezîr Erdogan xwestin. 

AMED

Li Amedê jî endamên KESK'ê bi heman armancê li gelek nokteyên bajar hatin cem hev û ber bi Qada Derê Çiyê ve meşiyan. Karmendên li qadê hatin cem hev bi dewol û zornayan govend girtin. Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk jî tevlî çalakiyê bû û piştgirî dan karmendan. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de berxwendana Parqa Gezî ya Stenbolê hate silavkirin. Çalakî dê heta êvarê berdewam bike.

ŞEMREX 

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Qada Cumhuriyetê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de berxwedana Para Gezî ya Stenbolê hate silavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku KESK dê her tim li hemberî zextan û terora dewletê bi biryar berxwe bide.

XERPÊT

Li Xerpêtê jî bi heman armancê KESK'ê li Garaja Xozatê hatin cem hev û li Qada PTT'ê ya Xerpêtê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê gelek geşedanên girîng pêk hatin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku geşedanên pêk hatin hêviya kesên wekhevî û azadiyê dixwazin zêde kirin.

MÊRDÎN 

Li Mêrdînê ji bi heman armancê endamên KESK'ê li ber avahiya KESK'ê ya Yenîşehîrê hatin cem hev û heta Parqa Karayollari meşiyan. Di meşê de têkildarî mijdarê de slogan hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. 

QOSER

Plaftorma Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi heman armancê dest jî kar berdan. Li hemû dibistanên Qoserê pankratên kurdî û tirkî yên "Li vê kargehê grev heye" daliqandin. Qeymeqamê Qoserê Erkaya Yirik hate Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Ozmen û ji mamosteyên grev de got vegerin ser karê xwe. Piştî qeymeqam ji dibistanê veqetiya polîsên sivîl li hemû dibistanên pankart daliqandin geriyan û gotin pankart qedexe ne û dê derbarê pankratan de karên zagonî bidin dest pê kirin. Karkerên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya berê ya Qoserê hatin cem hev heta Qada Azadiyê meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn û piştgirî dan berxwendana Parqa Gezî ya Stenbolê.

HEZEX 

Li Hezexê jî kermend li ber Nûnertiya Egtîm Sen'ê ya Hezexê hatin cem hev çalakî li dar xistin. Di daxuyaniya hate dayîn de piştgirî dan berxwedana Parqa Gezî. Piştî daxuyaniyê çalakî bi stranan berdewam kir.

SÊWEREK

Li Sêwerekê jî KESK'ê bi heman armancê li ber avahiya Kizilayê çalakî li dar xistin. Karmendên hatin cem hev heta Qada Kanlikuyun meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê.

WAN

Li Wanê jî karmendan bi heman armancê meş li dar xistin. Karmendên li ber avahiya Egîtîm Sen'ê ya Wanê hatin cem hev bi sloganên "Bijî biratiya gelan" û "Hikumet îstîfa" heya Parqa Feqiyê Teyran meşiyan. Di meşê de dowîzên "Ji tundiya AKP re na" û "Xweza hebuna mirovahiyê ye" hatin hilgirtin. Di dema çalakiyê de gelek tedbîrên berfireh hatin girtin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de li dijî pêkanînên hikûmeta AKP'ê bertek hate nîşandan. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat û pişt re careke din karmend ber bi avahiya Egîtîm Sen'ê ya Wanê ve meşiyan. Çalakî bi govendê berdewam kir.

ERDÎŞ 

Li navçeya Erdîşê ya Wanê ji bo heman gelek karmend li ber Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Erdîşê hatin cem hev û heta Parqa Zîlan bi sloganan meşiyan. Di meşê de dowîzên weke "Bê ziman jiyan nabe" hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku saziyên hilberîna darbeya leşkerî ya faşîzma 12'ê Îlonê dixwazin desthilatdariya xwe mayînde bikin. 

ÎDÎR 

Li Îdîrê jî bi heman armancê li Qada Şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya gelek endamên KESK'ê tevî bûn de hate diyarkirin ku Hikûmeta AKP'ê hemû qadên gel ên jiyanê dagirkirin." Di daxuyaniyê de hate gotin ku KESK û hevparên wê vê yekê qebûl nakin.

COLEMÊRG 

Li Colemêrg jî KESK'ê bi heman armancê heta ber konê grevê yê li ber Şaredariya Colemêrgê hate vedan meşiyan. Di meşê de têkildarî mijdarê de slogan hatin berzkirin û gelek jin jî tevlî meşê bûn. Piştî meşê daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku karmendê dê li yemberî pêşnûmeya Zagona Torbe ya li dijî bikaranîna mafên demokratîk dê rawestin. 

ÇELÊ

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li ber Şaredariya Çelê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de slogan hatin berzkirin û bi tirkî û kurdî stran hatin gotin û govend hate girtin. Di daxuyaniya hat dayîn de li dijî pêşnûmeya Zagona Torba bertek hatin nîşandan.

QERS 

Li Qersê ji bi heman armancê karmend li ber Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Qersê hatin cem hev û bi dawol û zornayan govend girtin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi heman armanc li ber Şaredariya Nisêbînê hatin cem hev. Karmendan pişt re heta Parqa Barişê bi sloganan meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku AKP dixwaze hemû astengiyên li pêşiya dewletê rabike.