Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 35'an de ye

Greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, 35 roj in dewam dike.

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.

Çalakî bi koma 7'emîn di roja 35'an de ye.

Li gorî parêzeran heta niha nêzî 2 hezar û 500 girtî tevlî çalakiyê bûne. Hate ragihandin ku girtî bi biryar in, heta ku bersiv ji daxwazên wan re bê dayin çalakiya xwe dewam bikin.

Greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 14'an de ye.