Greva Birçîbûnê ya girtiyên PAJK'ê ket roja duyemîn

Greva Birçîbûnê ya girtiyên PAJK'ê ket roja duyemîn

Greva birçîbûnê ya bi mebesta şermezarkirina dewleta Îranê ji ber bidarvekirinan û nêzîkatiyên hikûmeta AKP'ê yên li hember "pêvajoya çareseriyê" ku ji aliyê girtiyên ji doza PAJK'ê dest pê kiribû ket roja duyemîn.

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PAJK'ê ku bi armanca şermezarkirina bidarvekirinên siyasetmedarên kurd ji aliyê dewleta Îranê û nêzîkatiyên hikûmeta AKP'ê ya li hember pêvajoya çareseriyê di roja duyem de dewam dike. Greva birçîbûnê ya tevayî girtiyên ji doza PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Herêmê tevlî bûne û ji bo hişyariyê hatiye li dar xistin tê payîn sibe bi dawî bibe.

Girtiyan di daxuyaniya xwe ya bi rêya malbatan dabûn de, sedema çalakiya xwe diyar kiribûn. Girtiyan di daxuyaniyê de gotibûn ku "pêvajoya çareseriya demokratîk" a ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hikûmeta AKP bi nêzîkatiyên xwe yên "pragmatîst û polîtîkayên komploger ên bi hevkariya paşverûtiya herêm û cîhanê pêş xistine" ji bendewariyan re bersiv nedaye. Dîsa dewleta Îranê ji bo asta xwe ya statukoparêz biparêze bi dehan kurd bi dar ve kirine û di daxuyaniyê ji hikûmeta AKP û dewleta Îranê hatibû hişyarkirin da ku dest ji wan polîtîkayên xwe berdin.