Greva birçîbûnê ya girtiyê nayê dermankirin Oner di roja 19. de ye

Greva birçîbûnê ya girtiyê nayê dermankirin Oner di roja 19. de ye

Girtiyê nexweş ê di Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê de Mehmet Şerîf Oner (38) ji ber ku nayê dermankirin ev 19 roja di greva birçîbûnê de ye. Bav Omer Oner da diyarkirin ku, rewşa tenduristiya kurê wî her ku diçe xirab dibe û ji jiyana wî gûmanê dikin û got: “Em jî weke malbat dê li ber girtîgehê greva birçîbûnê bidin destpê kirin.”

Mehmet Şerîf Oner ku bi hinceta endamê PKK’ê ye 11 sale girtî û cezayê muebetê lê hatiye birîn, beriya 9 mehan ji girtîgeha Tîpa f ya Kiriklarê sirgûnî girtîgeha T-1 ya Şakranê kirin. Onerê ku nexweşiya Norolojîk lê heye û serçûka wî tuneye, piştî ku anîne girtîgeha Şakranê zext lêkirin ku bi girtiyên edlî re bêdermankirin û dema ku bi girtiyên edlî re çû nexweşxaneyê jî rastî êrîşa girtiyên edî hat. Oner piştî vê bûyerê nexwest bi girtiyên edlî re biçe nexweşxaneyê, îdareya girtîgehê jî gefa “ya tu dê bi girtiyên edlî re biçî yan jî em te derman nakin” lê xwar.

Onerê ku nayê dermankirin, li dijî muameleya xirab û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kir.

‘EZ JI JIYANA KURÊ XWE BIFIKARIN’

 Omer Oner tîne ziman ku, kurê wî ê nexweş nayê dermankirin û dermanên wî nadinê. Bav Oner got: “Kurê min nabin nexweşxaneyê. Zextê lê dikin ku bi girtiyên edlî re biçe nexweşxaneyê. Rastî êrîşê hat, ji ber wê naxwaze bi girtiyên edlî re biçe. Îdareya girtîgehê kurê min bi girtiyên siyasî yan jî wî tenê nabin nexweşxaneyê.”

Bav Omer Oner da diyarkirin ku, ji ber ku kurê wî derman nakin, 19 roje bedena xwe daye ber mirinê û anî ziamn ku, “Ez ji jiyana kurê xwe bifikarim. Ez dixwazim demek ji demekê zûtir kurê min bê dermankirin û daxwaza wî ya dermankirinê bê pêşwazî kirin.”

‘TIŞTA EZ DIXWAZIM TU NEKÎ TU NAYÊ DERMAN KIRIN’

Omer Oner da diyarkirin ku, daxwaza hevdîtina bi îdareya girtîgehê re hate redkirin û anî ziman ku, “îdareyê nexwest bi me re hevdîtinê çêbike. Di hevdîtina îdareyê ya bikurê min re jî gotin ‘tişta tu dixwazî bike, heta tu weke ku em dixwazin tu neçî, tu nayê dermankirin’.”

Bav Oner bibîrxist ku, kurê wî sirgûn kirine û anîne girtîgeha Şakranê û niha jî bi sirgûnek din re rû bi rû ye.

‘EM JÎ DÊ DEST BI ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN’

Bav Oner da diyarkirin ku, têkildarî mijarê serî li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dane û got: “Bila daxwaza dermankirina kurê min bê qebûl kirin. Bila daxwaza wî biqejirînin ku dawî li greva birçîbûnê bîne. Berevajiyê wê em jî weke malbat ji sib eve dê li ber girtîgeha Şakrên dest bi çalakiya birçîbûnê bikin.”

Omer Oner anî ziman ku, eger tiştek bê serê kurê min, di serî de Wezareta Edaletê û îdareya Girtîgeha Şakranê berpirsyare û got; “Kurê min êşa dikêşe. Her roj hêdî hêdî dihele. Eger daxwaza wî neyê qebûl kirin, dibe ku kurê min jiyana xwe ji dest bide. Bila demek ji demekê zûtir dawî li vê bînin.”

HEMAN MUAMELEYÊ LI HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ DIKIN

Omer Oner da zanîn ku, li girtîgeha Şakranê netenê dermankirina kurê wî tê astengkirin û ev tişt gotin: “Li Şakranê hemû girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Dibêjî qey gotine bila hemû girtî bimirin, dermankirina wan tê astengkirin.”