Greva birçîbûnê ya erdhêjzedeyan di roja 85’an de ye

Greva birçîbûnê ya erdhêjzedeyan di roja 85’an de ye

Erdhêjzedeyên piştî erdhêj Wanê li konteynirên demî hatin bicihkirin, ji bo hewcedariya xwe ya starbûnê ketin greva birçîbûnê û grev ket roja 85’an.  Ligel ku ev grev demek dirêje didome tu tişt nayê kirin û her wiha bi hatin zivistanê re nexweşiyên zature û her wekê din jî rû dane.

Piştî erdhêja Wanê ya 23 cotmeh û 9’ê mijdara 2011’an  beşeke mezin a erdhêjzedeyan li konteyniran hatin bicihkirin. Ligel ku di ser erdhêjê de du sal derbas bûye, pêwistiya erdhêjzedeyan a starbûnê nehatiye çareserkirin û erdhêjzede neçar dimînin jiyana xwe li konteyniran bidomînin. Erdhêjzedeyên hatin xwestin zorê ji konteyniran bên destxistin, av û ceyrana wan ev 93 roje ji aliyê Walitiyê ve hatiye qutkirin. Erdhêjzedeyan wek bertek ev 85 roje dest bi grevê kirine. Erdhêjzedeyan rojên destpêkê ji rayagiştî piştgirî girtin û piştre terkî qedera wan hat kirin. Mexduriyeta wan roj bi roj zêdetir dibe. Bi hatin zivistanê re nexweşî jî zêde dibin.

DIBE MIRIN ÇÊBIBIN

Berdevkê erdhêjzedeyên konteynirên Anadolu Alî Ahî, diyar kir ku Waliyê Wanê bersiv nedaye daxwaza randevuyê û got bi wî re nekarin hevdîtinê bikin. Ahî wiha pê de çû: “Di rojên dawî de nexweşiya zatureyê her diçe zêde dibe. Her wiha di malbatan travmayên cidî pêk hatie û ev jî dê rê li ber encamê bi fikar vebike.

RAYEDAR EV DU MEHE QET NEHATINE

Ahî da zanîn ku ev du mehe tu rayedarek nehatiye cem wan û got: “Gelo ji bo mexduriyeta me fêm bikin, divê îla mirin çêbibin. Em terkî mirinê hatine kirin. Em têkoşîna xwe heta dawî dê bimeşînin. Greva me dê bidome.  Ji me re gotin dê alîkariya kirê ya bê dem bidin. Lê êdî tiştek wisa ne mumkune. Em nekarin zarokên xwe bişînin dibistanê.