Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasboûrgê hate bidawîkirin

Piştî ku KCK’ê bang kir ku bila grevên birçîbûnê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê werin bidawîkirin, hate ragihandin ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li ber Konseya Ewropayê jî hate bidawîkirin.

Greva birçîbûnê ya ku di 13’ê Nîsanê de bi daxuyaniya çapemeniyê li pêşiya Komîteya Rêlibergirtina Êşkenceyê (CPT) hatibû destpêkirin, îro hate bidawîkirin. Greva birçîbûnê ya ku Parlementerên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer û 50 nûnerên Kongreya Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Ewrûpayê (KCDK-E) ketibûnê, li ser banga KCK’ê ya ku got bila li girtîgehan grevên birçîbûnê werin bidawîkirin, ev jî hate bidawîkirin.

WÊ ÇALAKIYÊN BERXWEDANÊ BIDOMIN

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç li ser bidawîkirina çalakiyê axivî û bi bîr xist ku ji bo piştgiriya berxwena zindanan me dest bi çalakiyeke wisa kiribû. Koç got ku çalakvanên greva birçîbûnê li ser şopa Xeyrî û Mazlûman ‘berxwedaneke mezin’ derxistin holê û ew ê çalakiyên me bidomin.

Koç hemû gel vexwend têkoşîna hevpar û bang kir ku bila her kes were çalakiya li Strasboûrgê ya di 22’ê Nîsanê de.

Koç diyar kir ku KCDK-E li Ewropayê wê li her derê çalakî hebin û got li hemberî îzolasyona li ser Ocalan û despotîzma AKP’ê wê ligel hemû tevgerên Eniya Nayê tevbigerin û bang kir ku bila hemû hêzên demokrat beşdarî çalakiyên roja sêşemê û ya piştî wê bibin.

Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer, Hevserokê KCDK-E’yê (Kongreya Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Ewrûpayê) Yuksel Koç, Hevseroka NAV-DEM’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Elmanyayê) Fatoş Goksungur, Hevseroka NAV-BEL’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Belçîkayê) Arîfe Soysuren, Hevserokê DEM-NED’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Hollandayê) Huseyin Yildiz, Hevserokê FEDA’yê Velî Kaya, Nûnerê CÎK’ê Mele Mistefa, Rojava, Rojhilat, NAV-YEK, nûnera TJK-E’yê Hanim Engîzek, nûnerê Ciwanên Azad Ahmet Yildirim û nûnerên Malbatên Winda û Mexdûran ketibûn greva birçîbûnê ya di 13’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin.

Ji bo piştgiriya çalakiyê Ahmet Nesîn (Rojnamevan), Pinar Aydinlar (Hunermend), Fîlîz Koçalî (Siyasetmedar/Rojnamevan), Ûtkû Sayin (Akademîsyê Aştiyê), Azîz Tûnç (Nivîskar), Doç. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan (Akademîsyen/Hevberdevkê HDK-A’yê yê Fransayê), Îbrahîm Çîçek (Rojnamevan), Fusûn Erdogan (Rojnameger), Demîr Çelîk (Hevberdevkê HDK-A’yê), Nûnerê ESP’ê yê Ewrûpayê Ziya Ûlûsoy jî beşdarî greva birçîbûnê bûbûn.