Greva birçîbûnê a 15 girtiyên doza PKK’ê bi dawî bû
Greva birçîbûnê a 15 girtiyên doza PKK’ê bi dawî bû
Greva birçîbûnê a 15 girtiyên doza PKK’ê bi dawî bû
15 girtiyên doza PKK’ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirnê li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê a bê dawî kiribûn, hat bi dawî kirin.
15 girtiyên doza PKK’ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne li dijî binpê kirina mafên weke lêgerînên tazî, sevkiyatên nexweşxaneyê pêk ne anîn û hemû serlêdanên li gel rêveberî û dozgeriya girtîgehê kirinîn ne hatîn bersivandin, li ser vê yekê di 1’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyan çalekiya xwe a greva birçîbûnê li ser soza rêveberiya girtîgehê a ku wê hemû pirsgirêkên wan çareser bike hate bi dawî kirin.
Girtiyên ku li ser bidawî kirina greva xwe a birçîbûnê faksek şandin wiha gotin: “Ji ber sedemên hemû pirsgirêkên me yên ku kronikbûyîn û di aliyê çareseriya pirsgirêkên me de rêveberiya girtîgehê ti hewildanekî erênî nekirin, greva birçîbûnê hatibû destpê kirin. Lê di encama hevdîtinên ku piştî me dest bi greva birçîbûnê kirî li gel rêveberiya girtîgehê pêk hatîn, li ser sûza ku hemû pirsgirêkên me şandine ji rêveberiya girtîgehê re wê çareser bikin ji 5’ê Kanûnê ve me greva xwe a birçîbûnê bi dawî kiriye.”