GOTAR - Reqa azad bû
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re gotarek nivîsand.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re gotarek nivîsand.
Azadiya Reqayê li cîhanê bi xurtî deng veda û bala her kesî çû ser Reqayê. Beşeke mezin a cîhanê kêfxweşiya xwe ya di vî warî de anî ziman û weke serketineke mezin a mirovaiyê dît. Ji vê yekê re şahidî kir. Hin kesan jî xwestin vê mizgîniyê weke nûçeyeke nebaş û reş nîşan bidin û di vî warî de nerazîbûna xwe nîşan dan.
Kî ne ev? Ev derdor ew hêz in ku li Sûriyeyê di ser DAIŞ'ê re siyasetê dikin û dixwazin hebûna DAIŞ'ê bidome. Hinek jî bi gotina, 'Eger ji aliyê min ve nehatibe rizgarkirin, ti wateya xwe nîne' hewl didin vê yekê weke tiştekî nebaş nîşan bide.
Ya rast, kî ji vê rewşê kêfxweş e, kî ne kêfxweş e zêde girîng nîne. Ya girîng ew e ku gelê Reqayê vê rewşê çawa dinirxîne. Ji ber ku gelan gelekî êş ji destê DAIŞ'ê kişandin. Yên kêfxweş bibin ya jî xemgîn bibin, ew in. Gel bi pîrozbahiyan pêşwazî li azadiyê kir. Dibêjin, 'Rast e, xaniyên me xera bûn, hilweşiyan, lê belê em ji zilmeke mezin rizgar bûn. Ji ber ku me ev roj dît, em kêfxweş in'. Gotinek heye ku dibêje 'di şer de hejmara kulman nayê jimartin'. Hin derdorên ku bi qasî serê derziyê bi berpirsyarî ranebûne, neketine binê bar û nebûne hevparê êşa gel, bi rehetî dibêjin 'bajar xera bûye'. Lê nabînin ku QSD'ê bi sed hezaran kes ji zilmê rizgar kir. Gelo mal girîng e, ya jî ruh û beden? Jinên ji zilm û zordariya DAIŞ'ê rizgar bûn, çonga xwe danîn erdê û şukir kirin. Zarok bi bilindkirina nîşaneya serketinê vê rewşê pîroz dikin. Mêr bi barandina rondikên çavan şervanên QSD'ê hembêz dikin. Ev yek nîşaneya kêfxweşiya rizgarkirina bajarê xwe ye.
Dîrokê rûpelekî nû vekir û ji bo gelê Sûriyeyê hişmendiyeke nû afirand. Dibe ku wê wiha bê gotin: dîroka berî azadiyê û ya piştî azadiyê. Rizgarkirina paytexta DAIŞ'ê ji aliyê QSD û hêzên koalîsyonê ve, destketiyeke mezin a hemû mirovahiyê ye. Pêwîste ev destketî bi jinûve avakirinê bê tacîdarkirin. Ji nû ve avakirina bajêr, ji nû ve avakirina civakê wezîfeyeke girîng e. Ji ber ku zerareke mezin li bajêr bû. Di vî warî de pêwîstî bi piştgiriya hêzên navneteweyî heye. Wekî din pêwîstî bi jinûve avakirina civakê heye. Gelekî xisar li nirxên moralê û ruhê civakê bûye. Pîvanên xwe ser û bin bûye, nirxên xwe yên baweriyê winda bûne. Beriya her kesî divê Meclîsa Sivîl a Reqayê bi vê berpirsyariyê rabe û vê rewşê sererast bike. Civaka navneteweyî ya zerar ji terorê dîtiye, lazim e destekê bide gel û civaka Reqayê. Divê derfetan biafirîne ku şêniyên Reqayê karibin li malên xwe vegerin.
Wekî din, ji bo ku hucreyên terorê ji nû ve zindî nebin û xwe bi rêxistin nekin, pêwîste piştgiriyeke xurt ji Meclîsa Sivîl a Reqayê re were dayin. Di vê mijarê de divê valahî nebe. Girîng e pirgirêkên gel û civakê bi lez werin çareserkirin û ev yek bi îradeyeke sivîl a fermî were kirin. Tecrûbeya Iraqê tê zanîn, li pêş çavan e. Nebûna rêveberiya sivîl, valahiya otorîteyê û neçareserkirina pirsgirêkên li Iraqê bû sedem ku DAIŞ derkeve holê û ev jî bû bela li ser mirovahiyê. Divê ev tecrûbeya nebaş dubare nebe. Vebûna dibistanan û perwerde meseleya herî girîng e. Bi qasî nan û avê ji civakê re pêwîst e. Ya rast, ev 5 sal in li van herêman trajediyên mezin rû didin. Nifşek ji perwerdeyê hatiye dûrxistin, ji kar hatiye avêtin û lê welê hatiye ku ji tiştekî fêhm nake. Hewl dide jiyana xwe ya rojane bidomîne. DAIŞ'ê xwest bi rê û rêbazên xwe civakê perwerde bike û biguherîne. Bi rêya çend ayetan xwest êlekên bombeyî li wan bike û li hin cihan biteqîne. Ji bo çi? Mirov ji bo pariyek nan bi dest bixe, ji neçarî ev qebûl kirin. Ev yek xeterî û şaştiya herî mezin a li dijî mirovahiyê ye.
Pêwîste wijdanê mirovahiyê vê bibîne û ji bo sererastkirina vê rewşê çi dikeve ser mil, bike. Lê belê eger hinek rabe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tevbigere, wê sibe dusib xeterî biçe ber deriyê wan. Yekîtiya Ewropa heta niha bi bêdengî li rewşê temaşe dike. Li vê derê mirov ji bo wan rizgar bikin xwe feda dikin. Lê belê ew hê lê temaşe dikin, bi rengekî bê helwest hewl didin li gorî bûyeran û rewşê helwesta xwe diyar bikin. Lê belê, beriya her kesî diviyabû ew biketibûna nava tevgerê, ew der dagirtibûna û pêşî li jinûve avakirinê vekiribûna. Jinûve avakirina Reqayê bi rengekî rast, tê wateya tinekirina DAIŞ'ê li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê. Di vî warî de lazim e biryareke bi wêrekî bê dayin. Polîtîkaya ne ji dil, helwesta 'lê temaşe bike û bibîne', beriya her tiştî tê wateya qebûlkirina rewşa heyî.