Goran ji parlamentoya Kurdistanê vekişiya

Goran ji parlamentoya Kurdistanê vekişiya

Tevgera Goran diyar kir ku ew ji parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê vekişiyaye.

Serokê Tevgera Goran Kardo Mihemed, diyar kir ku ji be sedema ku dema peywira fermî ya parlamentoyê di 20’ê Tebaxê de diqede, dê ji vê dîrokê şûn ve tevlî rûniştinên meclîsê nebin. Tevgerê da zanîn ku piştî 20’ê Tebaxê û şûn ve rûniştin ne rewa ne.

Serokê fraksyona Parlamentoya Tevgera Goran Mihemed ji rojnameya Rudawê re axivî û got tenê serokê parlamentoyê li ser navê gelê Kurd nikare bigire ji ber ku parlamento ne rewa ye. Mihemed da zanîn ku wê car caran bi wan bide bibîrxistin dê tevlî rûniştinan bibin.

Mihemed anî ziman ku dirêjkirina dema peywira serokê herêmê Mesut Barzanî jî ne qanûniye û got tu rayeyek meclîsê ya vê biryarê bigire nîne.

Li gorî biryara ku parlamentoyê girtiye, dema peywira Barzanî heta 2015’an bû û xebatên meclisê jî heta Cotmehê hat dirêjkirin.

Tevgera Goran û partiyên din yên mudaxalefeta Başûrê Kurdistanê li dijî dirêjkirina peywira Barzanî derketin û gotin divê hilbijartin di dema xwe de bê kirin.