Girtiyên siyasî yên li Sêrtê bê agahiya malbatan sewqî Êlihê kirin
Piştî erdheja Misircê 408 girtî, bê ku agahî bidin malbatan sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê hatin kirin.
Piştî erdheja Misircê 408 girtî, bê ku agahî bidin malbatan sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê hatin kirin.
Piştî erdheja Misircê ku ziyan gihişte Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê hate valakirin. Bêyî ku agahî bidin malbatên wan di 5 û 6’ê Kanûnê de 408 girtiyên li vê girtîgehê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê hatin kirin.
Li aliyê din hat diyarkirin ku wê li bajar girtîgeheke nû bê çêkirin û di 9'ê kanûnê de ji bo lêkirina vê girtîgehê îhale jî hatiye kirin.