Girtiyê nexweş Yamaç narake nexweşxaneyê

Girtiyê newxweşê KOAH’ê Mehmet Yamaç ragihand ku nefesa wî teng bûye û daxwaza xwe ya nerakirina nexwexaneyê ji malbata xwe re anî ziman.

Girtiyê nexweşiya wî giran Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bûnyan a Kayseriyê tê ragirtin, bi rêya telefonê li gel birayê xwe Kemal Yamaç axivî û diyar kir ku nefestengî pêre peyda bûye, nerakirine nexweşxaneyê. Yamaç ê navê wî di nava lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de heye diyar kir ku hevalên wî yên li heman qawîşê dimînin jî tim dikuxin û teşxîsa zatûreyê hatiye kirin. Yamaç destnîşan kir ku ev yek belavî wî jî bûye û nikare nefesê hilde, rakirine revîrê lê ji bo daxwaza rakirina nexweşxaneyê ti bersivek nehatiye dayîn.

Bira Yamaç jî anî ziman ku ji ber rewaş birayê xwe hevdîtina bi telefonê kurt vebiriye.