Girtiyên li Xarpêtê tên sirgûnkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ku li dijî zext û zordariyê greva birçîbûnê dewam dike, girtî tên sirgûnkirin. Gaziya Pirsûsê Îlke Başak Baydar sirgûnî Curnê Reş hate kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, zextên li ser girtiyên ku qerta nasnameyê qebûl nakin, zêde dibin. Girtî ev 4 meh in nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin û nikarin biçin nexweşxane û revîrê.

6 girtî û hikumxwarên jin ên zext û zordarî protesto kirin, 10'ê Mijdara 2017'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin. 10'ê Kanûnê 4 girtî û hikumxwarên din jî tevlî grevê bûn. Her wiha hin girtiyên din jî bi rengekî demkî dikevin grevê.

Buroya Hiqûqê ya Bindestan duh êvarê di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand ku Gaziya Pirsûsê Îlke Başak Baydar ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê sirgûnî Girtîgeha T2 a Riha-Curnê Reş hatiye kirin.

Hat ragihandin ku parêzer wê îro biçin girtîgehên Xarpêt û Curnê Reş û agahiyê bigirin.