Girtiyên li Şakranê yên di greva birçîbûnê de, qala rewşa xwe kirin

Parêzerên ku çûn hevdîtina girtiyên di Girtîgeha Şakranê de greva birçîbûnê didomînin , diyar kirin ku rewşa girtiyan ber bi nebaşbûnê ve diçe. Parêzeran gotin, girtiyan nabin kontrola tenduristiyê jî.

Rewşa girtiyên PKK û PAJK’ê yên ku 48 roj in li Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê di greva birçîbûnê de ne, her roj xerabtir dibe. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê derbarê hevdîtina bi girtiyan re, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar xist.

Endama Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan Mîne Çetînkaya bal bir ser vî tiştî ku gelek girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê li hemberî şertên dermirovahiyê yên li ser wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û got:

“Daxwazên girtiyan, daxwazên wisa ne ku berê hatine bi dest xistin û li gorî standarên navneteweyî ne. Ji bo van mafan li ber xwe didin. Lê nêrîna dewletê naguhere. Ne mumkun e ku Wezîrê Edaletê hay ji daxwazên girtiyan tune be. Greva birçîbûnê ne awayekî xwekuştinê ye. Awayekî protestokirinê ye. Greva birçîbûnê dibe ku bi mirinê bi encam bibe. Lê armanca bingehîn ne mirin e, armanc ev e ku dengê xwe bide bihîstin.”

GIRTIYAN QAL KIRIN

Çetînkaya diyar kir ku kontrola tenduristiyê ya girtiyan bi rêk û pêk nayê kirin û bal bir ser tiştên ku di 31’ê Adarê de girtiyê bi navê Yûsûf Ozdemîr ji parêzerê gotiye ku:

“Doktor herî dawîn di 28’ê Adarê de em mûayene kiriye, tevî sergardiyan ketine odeyê, li ber derî tansiyon pîvaye û ji ber ku revîr li dûr e heta çûye wê derê gelekî astengî kişandiye, dema gazî doktor jî kirine doktor nehatiye, li revîrê ne doktor karkerê tenduristiyê li wir bûye, carinan tenê gardiyan li wê derê ne, ew li tansiyonan dinihêrin, wîtamîn hinek jê tên dayîn, carinan dereng tê dayîn, ligel ku divê cihê bin wekî Kompleksa Byê tên dayîn; rêveberî daxwazan red dike, henekên xwe pê dike, dema dixwazin ku bi dozger re hevdîtinê bikin jî tenê bi kesekî re hevdîtin tê kirin, û hîn bûye ku ew ne dozger e gerînendeyê duyem e; ava bi şekir vedixwim, ji ber ku şekir tune ye ji dêvila wê şekirê bi nane werdigirim, ava mêweyan û lîmonatayê vedixwim û van tiştan jî ez bi xwe ji kantînê distînim, îdare van tiştan nade û em nikarin bi hev re têkiliyê deynin, di bêhnstendinê de tenê kesên qawîşa xwe dikarim bibînim û qada hevpar tune…”

Di heman demê de Mahsûbe Şedal a ku di heman girtîgehê de jî wisa gotiye:

“8 roj in di greva birçîbûnê de me, bi rêk û pêk av û şekir û rojê du caran Bemixê werdigirim, girtiyên din ên li qawîşê vî tiştî dişopînin, nikarim wîtamîna Byê wergirim, rojê du caran rêveberî tansiyonê dipîve, sergêjî û tarîbûna di çav de dest pê kiriye, her roj rêveberî lîmonekê dide û bi vê lîmonê lîmonatayê çêdikim, li kantînê ev du hefte ne ku ji xeynî ava vîşneyan tu ava mêweyan tune, carinan gardiyan dibêjin dibe ku we têxin hucreyên ji bo kesekê, li hucreyan jî lêgerînên tacîzkar hatine dest pê kirin. Hemû rojname û nivîsên berê giş hatin kom kirin, ji xeynî pirtûkên olî tu pirtûkên din nayên qebûl kirin, nahêlin ku pirtûk werin guherandin, li kantînê kereseyên qirtasiyeyê tune ye, sînordariya nameyan heye, mehê carekê nameyan werdigirim, nikarim kartan bişînim, kartên ku dişînim jî tên îade kirin, daxwaznameyên dozgeriyê nayên dayîn, daxwaznameyên ku ji Wezareta Edaletê dinivîsînim jî nagihêjin cihê xwe û min hay jê tune ye bê ka daxwaznameyên min digihêjin cihê xwe yan na.”