Girtiyên li Mereşê nayên dermankirin, zext li wan tê kirin

ÎHD'ê binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 1'ê ya Mereşê bi raporekê ragihand. Di raporê de hate ragihandin ku zext li girtiyan tê kirin û malzemeyên paqijiyê nadin wan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê di 21'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 1 a Mereşê bi girtiyan re hevdîtin kir û encamên van hevdîtinan jî bi raporekê ragihand.

Di raporê de hate ragihandin ku li pêşiya girtîgehê lepik nedane endamên heyetê, karê dezenfektekirinê nehatiye kirin, tenê tîna bedenê hatiye pîvandin û hin gardiyan bêmase digeriyan.

Di raporê de hate gotin, "Tedawiya girtiyên nexweş bi têrkerî nayê kirin, derfetên tenduristiyê nadin girtiyan, her wiha li gel şewba Covîd-19 malzemeyên paqijiyê bi têrkerî nadin û tedbîrên ji bo paqijiyê nayên wergirtin."

Di raporê de hate destnîşankirin ku danûstandinên civakî û çandî yên girtiyan demeke dirêj e hatiye qedexekirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di dema şewbê de gardiyan hîn bêhtir diavêjin ser koxûşan, koxûşan ser û bin dikin û tevî ku paqijî di vê demê de gelekî girîng e, gardiyan di dema serdegirtina koxûşan de bi pêlavên xwe pê li nivînên girtiyan dikin.

Di raporê de hate ragihandin ku zexta psîkolojîk li girtiyan ê kirin, cezayê hucreyê liw an tê birîn û zexteke giran lê tê kirin.