Girtiyên li girtîgeha Bakirkoyê hatin derbkirin

Malbatên ku bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kirin ku girtiyan gotiye duh gardiyanan bi hinceta lêgerînê avêtiye ser odeyan, eşyayên girtiyan desteser kirine û hinek girtî derb kirine.

Malbatên xizmên girtiyan ên çûyî hevdîtinê ragihandin ku xizmên wan gotine duh danê nîvro gardiyananan bi hinceta lêgerînê avêtiye ser odeyên C9 û C10’ê. Di serdegirtin odeyan de gardiyanan bi awayekî hovane eşyayê girtiyan bê hincet belavele kirine û amûrên wan ên weke lênûsk, kovar, pênûs hwd desteser kirine.

Parêzerên girtiyan diyar kirin ku muwekîlên wan ragihindine ku gelek caran ji gardiyanan re gotine ka çi digerin lê belê bersiv nedane. Lewre nîqaş derketiye û gardiyanên mêr êrîşê girtiyên jin kirine.

Girtiyan bi riya parêzerên xwe ragihandiye ku gardiyanan bi taybetî xwestine êrîşî berxwedêrên  di greva birçîbûnê de bikin. Girtiyên hatî derbkirin li revîra girtîgehê rapora derbkirinê girtine û gilî kirine.