Girtiyên li Denîzliyê qala rewşa xwe kirin

Li Denîzliyê 20 girtiyên ku 167 roj in di hucreyên yekkesî de ne û 20 roj in di greva birçîbûnê de ne, qala rewşa xwe kirin.

Li girtîgeha tîpa Tyê ya Denîzliyê yek jê trans 20 kesên ku hejmartina li ser lingan qebûl nekiribûn, 167 roj in di hucreyên yekkesî de ne. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku 10 kesên koma pêşîn dabûn destpêkirin di roja 22’an de û greva birçîbûnê ya koma duyemîn jî di roja 15’an de didome.

‘NIKARIN WERIN BA HEV’

Girtiyê bi navê Seyfettîn Gunbey rewşa xwe ji parêzerê xwe re got û diyar kir ji 24 saetan carekê, saetekê tena serê xwe derdikevin hewşê û ji ber ku hucre biçûk e, di warê dîtinê de kêşeyên girtiyan çêdibin. Gunbey diyar kir ku ji meha Tebaxê ve tu girtî nikarin werin ba hev û girtî tenê ji bo nivîsandina dermanan dibin revîrê û di dema çûn û hatina revîrê de jî kêşeyan dijîn.

‘NEKARÎN B-12’YÊ WERBIGIRIN’

Parêzeran diyar kirin ku girtiyê bi navê Abdûrrahîm Akkale yê di greva birçîbûnê de ye, 6 meh in di hucreyê de ye û destnîşan kirin ku îdare xwê, lîmon, şekir û dew didin girtiyan lê hê girtiyan nekarîne vîtamîna B-12’yê werbigirin. Parêzeran diyar kirin bijîşk nayên kontrolê û rêveberiya girtîgehê li hemberî malbatên girtiyan ên ku diçin hevdîtinê heqaretan dike.

JI BER GOREYÊ CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ!

Parêzeran diyar kirin ku refakatvan li ba girtiyên ku ketine greva birçîbûnê tune û girtiyê bi navê Orhan Onay jî ligel ku nexweşiya wî ya helandina hestiyan û troîdê heye, di greva birçîbûnê de ye. Parêzeran diyar kirin, dema ku girtî di greva birçîbûnê de ne, gardiyanan bi hinceta ku ‘Em delîlên sûc digerin’, goreyên girtiyan ji piyê wan derxistine. Parêzeran gotin, ji ber ku girtiyan ev tişt qebûl nekirine, cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birrîn. Parêzeran di heman demê de destnîşankirin, ji ber saeta destan jî cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birrîn.

Parêzaran diyar kirin ku girtiyê bi navê Mahmût Bagriyanik jî car caran serê wî gêj dibe.
DAXWAZ

Parêzeran daxwazên girtiyan wisa rêz kirin, “Divê ji hucreyan derbasî qawîşan bibin, hemû girtiyên siyasî li ba hev bin, daxwaznameyên wan ji saziyên têkildar re were şandin û mafê bêhnstendinê û mafê eleqedariya bi tiştên din –spor û hwd.- were dayîn.”