Girtiyên li Bolûyê: Heta ku daxwazên me pêk bên, ew ê çalakiya me bidome
Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin gotin, "heta daxwazên me pêk bên, em ê li ber xwe bidin."
Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin gotin, "heta daxwazên me pêk bên, em ê li ber xwe bidin."
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê didomînin kete roja 11’emîn. Endama Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Raziye Ozturk Tûrgût, peyama girtiyan ragihand.
Tûrgût ragihand ku girtiyan diyar kirine heta şertên li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê baş nebin ew ê greva birçîbûnê bi dawî nekin û got, “Tendirustiya girtiyan niha baş e. Daxwaza wan a wîtamîna B1’ê heye lê îdareyê hê bersiv nedaye wan. Ji bo tansiyonê dixwazin wan bibin revîrê, lê ji ber ku revîr li dûr e girtî naçin. Heke bijîşk were li qawîşê tansiyonan bipîve ew ê qebûl bikin. Girtiyan diyar kirin ku, ew ê berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger geştir bikin.”
Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ev in: Mehmet Nûrî Taniş, Mehmet Îlhan, Huseyîn Yildirim, Mahmût Balkaş, Nevzat Ozturk, Fahrettîn Kocakaya, Mehmet Tarik Dagtaş, Azîz Yalçin, Kenan Karaaslan, Fethî Oktay.